Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Di operasyona rejîma AKP de cardin jin bûn hedef

 

 

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jin di armanca dewleta Tirk dene.

Di oparasyona qirkirina siyasî a 25’ê Îlonê ya li dijî HDP’ê de cardin jin kirin hedef.

Ayla Akat Ata, Gulfer Akkaya, Berfin Kose, Bircan Yorulmaz, Perwîn Oduncu, Emine Ayna yên di pêla qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.

Em berê xwe bidin rabirduya van jinên hatine binçav kirin.

Dewleta Tirk 25’ê Îlonê li 7 navendan li dijî Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê oparasyona qirkirna siyasî pêk anî.

Serdozgerê Enqerê ê girêdayê serokê AKP’ê Erdogan îddia dike ku siyasetmedarên kurd di 6-7-8’êCotmeha 2014’an de ji bo piştgiriya Kobanê gel rakirine serhildanê.

Di dema serhildana wan 3 rojan de, Polîsên girêdayî Erdogan êrişî gel kiribûn, li deverên cuda bi giştî 52 kes hatibûn kuştin.

Her du hevserokên HDP’ê yên wê demê Figen Yuksekdag û Selahaddin Demirtaş jî di nav de bi dehan rêvebirên HDP’ê îro bi wê bahaneyê di zîndanê de ne.

Di armanca êrişa 25’ê Îlonê a li dijî HDP’ê de herî zêde jin hebûn.

Ayla Akat Ata, Gulfer Akkaya, Berfin Kose, Bircan Yorulmaz, Pervin Oduncu, Emine Ayna yên di pêla qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.

Siysetmedarên jin hêjî di binçavan de tên ragirtin.

Ev êriş û polîtikayên faşîst yên li dijî Meclîsa Jinê ya HDP’ê û tevgera kurd ne nû ne.

Ayla Akat Ata a sala 1976’an li Amedê hatiye dinê li zanîngeha Dîcleyê beşa hiqûqê qedan diye.

Piştî zanîngehê dest bi parêzeriyê dike û li komeleya mafê mirovan û Goc-Derê xebatan dimeşîne.

Di sala 2007’an li Batmanê wek parlementera serbixwe hat hibijartin û paşê derbasî partiya HDP’ê bû.

Ayla Akat Ata a 3’ê serdeman parlementerî kir û sala 2013’an jî yek ji endama şandeya Îmraliyê bû.

Siyasetmedara jin di heman demê de yek ji avakara komeleya jinan a Rosa ye jî.

Emîne Ayna yek ji avakara komeleya Gökkuşağiyê ye.

Di sala 2007’an de li Mêrdînê weke parlemenera serbixwe hat hilbijartin.

Sala 2015’an de weke hevseroka Giştî ya DBP’ê hat hilbijartin û demekî hevserokatiya partiyê kir.

Di sala 2016’an jî xwe ji siyasetê xwe kişandi bû

Gulfer Akkaya jinee kurda Elewiye.

Nivîskar û wêjevan Gulfer Akkaya yek ji avakarên komeleya jinan a Demokate ku di sala 2008’an de hate ava kirine.

Gulfer Akkaya derbarê rola jinan ya di bawerî û ola Elewîtiyê de xwedî gelek nivîs û çend pirtûke.

Berfin Kose endama meclisa jinan ya HDP’ê heye.

Bi ava kirina HDP’ê Berfin Kose bi şêweyek aktif beşdarî xebatên ciwana dibe.

Bircan Yorulmaz jî yek ji avakarên HDP’ê ye.

Bircan Yorulmaz di dem û wextên cuda de wezifeyên cuda yên partiyê hilgirt û herî dawî di meclisa HDP’ê de cih digirt.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv