Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîroka berxwedanê: Sêvê, Pakîze û Fatma 04.01.2021

 

SALVEGERA KOMKUJIYA 4’Ê ÇILEYÊ
DÎROKA BERXWEDANÊ; SÊVÊ, PAKÎZE Û FATMA

Silopya an jî Girik

Berê wê li Çiyayê Cûdî.

Cîranê Qileban, Cizîra Bota, Şirnex û Zaxoka rengîn.

Rêya gihandina Bakur û Başûrê Kurdistanê.

Li binya wê deşta Slopya li ser rêya hevrişimê hatiye avakirin.

Ev der ji sê jinên azad re bû war, bû stargeh, bû qêrîn.

2016’an ji Silopya dengê jinekê bilind dibû û di got:

Banga min ji herkesî re, vê qêrînê bibîhîsin, sibe dê dereng be, bawer bikin serkeftina Botanê serkeftina Kurdistanê hemû ye.

Ev dengê Pakîze Nayir a ji Silopya bû.

Sêvê Demîr a ji gundê Şûtê yê Stewrê, Fatma Uyar ji Şirnexê xwe gihandin Slopya û deng dan banga Pakîze.

Bi berxwedana hersê jinan re çavê Kurdistanê û cîhanê hemuyê zivîrî ser Slopya.

10’ê Tebaxa 2015’an ji bo herêma Botanê rojeke dîrokî bû.

Dengê pêşi ji meclisa gel a Cizîrê hat û bi rêya hevserokan gel rêveberiya xweser ragihandin.

Heman rojê Meclîsa gel a Silopya jî li dijî dagirkeriyê reveberiya xweser ragihand.

Dewleta Romê bi êrişî bersiv da daxwazên gel û bi tang û topan ket navçê.

14’ê kanûna 2015’an derketina derve qedexe kir.

Tevî êrişî zarokan kir, jin qetil kir û cenaze li erda man, dengê berxwedanê ji kolanan qet kêm nebû.

Sê jinên şoreşger Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar di nava wê serhildanê de bûn.

Ji bo azadiyê tevî xelkê Silopya 23’ê rojan li dijî dijmin li ber xwe dan û gel bi tenê ne hiştin.

Roja 4’ê Çileya 2016’an ji bo xwe bigihînin hewara gel, ji taxekê derbasî taxeke din bûn.

Eskeren Romê êvara 4’ê Çile li taxa karşiyaka êrişî her sê jinên şoreşger kir û wan qetil kir.

Ji wê rojê ve, 4’ê çile roja sê jinên Şoreşger, Slopya jî warê sê jinên Şoreşger e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv