Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîroka damezirandina Tevgera azadî û vejîna gelê Kurdistan

 

Îro 27ê mijarê salvegera damezrandina PKKê, ye.

Beriya 43 salan PKK di kijan şertan de ava bû.

Çi bû sedem ku Cîwanên kurd yên li zanîngeyên tirkiyê pêdivî bi avakirina tevgereke kurdî bikin.

Kadroyên pêşî yên PKK çawa ji tora dewleta tirk filitîn û derbasî Rojava bûn.

Kadroyên ku hatin girtin li zindana Amedê di şertên çawa de li ber xwe dan.

Vê berxwedanê tesîreke çawa li biryarên kadroyên li derve dan.

Ev rêxistina ku pêşî 7-8 kesan destpêkir, îro li Rojhilata Navin bi milyonan endam û alîgirên xwe bûye yek ji aktorên herî girîng ku dikare hevsendiyên siyasî serûbinke û ji aliyê eskerî ve ji gelek welatên cihanê bi hêztir e.

Avakarê PKKê Rêber Apo bi teorî, îdeoloji û bi projeyên xwe kesayetiya jin û mêrê kurd guherand û ew derxist asteya cîhana nûjen û gerdûnî.

Hevalên me bi munasebeta vê rojê dosyayek amade kirine. Keremkin

 

Dosya hatiye xwendin divê hevala Hewlêr montaja wê amade kiribe….

18’ê Gulana 1977’an ji kadroyên pêşeng yên tevgera Apoyî Hakkî Karer li Dîlokê tê qetilkirin.

Rêber Abdulah Ocalan bi biryara damezrandina PKK’ê bersiv dide şehadeta Hakkî Karer.

Dîrok 27″ê Mijdara 1978’an…..

Partiya Karkerên Kurdistan PKK derdikeve ser dika dîrokê.

Rêber Abdullah Ocalan û komek şoreşger li navçeya Amed Licê li Gundê Fîsê PKK ava dikin.

1978’an Rêber Apo berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û Sûrî.

1980’an li Tirkiyê darbeya leşkerî pêk tê.

Bi hezaran Kurd, bi sedan şoreşgerên Kurdistanê tên girtin.

Li girtîgeha Amedê li dijî faşîzma Tirk berxwedana mezin ya dîrokî dest pê dike.

Şoreşgerên Apoyî Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û bi sedan Apoyî li girtîgeha Amedê berxwedanek dîrokî û destanî pêş dixin.

1981’an li geliyê Bekaa yê Libnanê yekem konferansa PKK’ê weke bersiva cuntayê pêk tê.

21’ê Adara 1982’an de bi dirûşma Berxwedan Jiyan e Mazlûm Dogan çalakiya Newrozê pêk tîne.

1982’an 2 kongreya PKK’ê tê lidarxist.

Di kongreyê de HRK, Hêza Rizgariya Kurdistanê tê avakirin.

Heman kongre biraya vegera welat dide.

Heta salên 1984’an beşek ji kadroyên PKK’ê berê xwe didin Kurdistanê.

Di 15’ê Tebaxa sala 1984’an de bi pêşengiya fermandar Mahsum Korkmaz , Egîd çalakiya Eruh û Şemzînê pêk tê.

Li Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk şerê çekdarî dest pê dike.

28’ê Adara 1986’an Fermandar Egîd di şerekî li gel artêşa Tirk a dagirker de li Botanê tevlî karwanê şehîdan dibe.

25’ê Cotmeha heman salê Artêşa rizgariya Kurdistanê ARGK tê avakirin.

Rêber Apo PKK weke partiyeke azadiyê jinê ava kir.

Sala 1981’an gerîlla û fermandara jin Besê Anuş di şerek li gel artêşa Tirk de şehîd dibe.

Yekem jina gerîla û fermandar Şehîd Besê Anuş bandorek mezin li jinên Kurd dike.

1986’an li Libnanê 3. kongreya PKK’ê serkeftî pêk tê.

1987’an de yekem rêxistina jinên Kurd bi navê, Yekîtîya Jinên Welatparêzên kurdistanê -YJWK tê ava dibe.

1990’an PKK êdî dibe tevgerek gel ya serhildanê.

Kurdistana Bakur dibe qada serhildanên gel.

1992’an Rêber Apo biryara Artêşbûna jinê radigihîne.

Jin di nava refên ARGK’ê de yekîneyên xweser saz dikin.

17’ê Adara 1993’an yekem car PKK agirbesta yek alî radigîne.

Di 26’ê Mijdara 1993’an Almanya PKK’ê dixe lîsteya terorê.

8’ê Adara 1995’an Yekitiyê Azadiyê Jinên Kurdistan-YAJK tê avakirin.

Gulana 1996’an li Şamê li dijî Abdulah Ocalan êrişêk suîkastê pêk tê.

Gerîllaya ARGK’ê Zeynep Kinaci ya bi nasnav Zîlan 30’ê Hezîrana heman salê li dijî komploya li hemberî Rêber Apo, çalakiya canbexşane pêk tîne.

1998’an komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo derbasî qonaxek nû dibe.

Di encama tevgerek komployî ya nav-dewletî de Rêber Apo neçar ma ji Sûrî derkeve.

9’ê Cotmeha 1998’an qonaxa pêşî ya komployê bi derketina Rêber Apo ya ji Sûrî bi encam bû.

Rêber Apo bi mehan li Ewrûpayê hewl da rêyên çareseriya demokratîk bibîne.

Di encamê komplo bi dîlgirtina Abdulah Ocalan bi encam bû.

15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo bi destê Gladyoya NATO’yê radestî Tirkiyê hat kirin.

Li dijî komployê li Kurdistan û cîhanê Kurd rabûn ser piyan.

Bi dehan şoreşger û welatparêzî bi banga ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, çalakiyên canbexşane pêk anîn.

Tevî komplo û êrişên dijwar jî PKK’ê meşa xwe ya azadiya Kurdistanê dewam kir.

Jinên PKK’yî sala 1999’an xwe wekî partî rêxistin kirin.

Partiya Jinên Karkerên Kurdistan-PJKK damezrandin.

Salên 2000 hezarî, Abdulah Ocalan li ser bingehê veguherînên paradîgmayî stratejiya PKK’ê guhert.

Di sala 2001’ê de Hêza Parastina Gel HPG’e û pişt re jî YJA-STAR damezarand.

2002’an PKK’ê navê xwe wekî KADEK’ê ragihand.

2004’an xebatên jinûve avakirina PKK’ê dest pê kirin.

Di sala 2004’an de pêngava 1’ê Hezîranê hat ragihandin.

Di dîroka PKK’ê de mîna pêngava duyem ya 15’ê tebaxê hat pênasekirin.

2004’an Partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK hat damezrandin.

Di çarçoveya guhertina paradîgmayê de KCK û Kongreya Gel dinavbera sala 2004 2005’an hatin damezrandin.

Di sala 2005’an de Kongreya jinûve avakirinê ya PKK’ê pêk hat.

19’ê Tîrmeha 2011’an li Rojavayê Kurdistanê şoreşê dest pê kir.

Di nava demek Kurd de, pergala netewa demokratîk li Rojava ket meriyetê.

2012’an stratejiya şerê gel yê şoreşgerî hat ragihandin.

Destpêka 2013’an yekem hevdîtina fermî ya şandeya HDP’ê bi Abdulah Ocalan re pêk tê.

Di bin navê çareseriya demokratîk de, qonaxek nû dest pê dike.

Hema piştî hevdîtina li Îmraliyê, 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê ji pêşengên PKK’ê Sakîne Cansiz û du jinên şoreşger hatin qetilkirin.

28’ê Sibata 2015’an di destwerdana rejîma Erdogan pêvajoya dibin navê çareseriyê de dest pê kirî, bi wergerandina maseyê muzakereyê bi dawî bû.

Hevdîtina dawî ya şandeya HDP’ê 5’ê Nîsana 2015’an pêk hat.

24’ê Tîrmeha 2015’an dewleta Tirk pîlana Têkbirin û rûxandinê xist meriyetê.

Li dijî konsepta têkbirinê li Bakurê Kurdistanê berxwedana rêveberiyên 8’ê Tebaxê 2015’an dest pê kir.

Mijdara 2018’an ji bo tecrîda mutleq ya li ser Abdulah Ocalan rabe, bi tevlîbûna 10 hezaran pênavek dîrokî dest pê kir.

Gulana 2019’an hevdîtinên pêşî yên parêzeran li gel rêber Abdulah Ocalan pêk hatin.

Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ îro 42 saliya xwe tijî dike, dikeve sala xwe ya 43’an.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv