Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîroknas Mehmet Bayrak: Îro jî plana şerqê di dewrê de ye, lê wê Kurd têk neçin 22.10.2020

 

DÎROKNAS MEHMET BAYRAK
ÎRO JÎ PLANA ŞERQÊ DI DEWRÊ DE YE LÊ WÊ KURD TÊK NEÇIN

Siyaset û polîtîkaya li dijî kurdan a zîhniyeta îttihat terakkî, kemalîzm û îslamîstên siyasî bi awayekî sîstematîk îro jî dewam dike.

Li dijî vê siyaseta ku şerê qirêj jî weke estrumant bi kar tîne, berxwedana gelê kurd dewam dike.

Ev berxwedan di encamê de vê siyasetê aniye ber îflasê.

Ev pîlan ji aliyê troykaya îttihat terakkî, kemalîzm û îslamîstên siyasî her serdem tê nûkirin û dewamkirin.

Dîroknas Mehmet Bayrak der barê pîlanê û rewşa gelê Kurd de vê dibêje.

Em li dewama pîlanê dinêrin, îro qeyûm datînin ser şaredariyên Kurdan. Îcar dema tu li rewşa şaredariyan dinêrî, siyaseta înkar û îmhayê ya wê pîlanê hemûyan dibînî.

Ez çend mînakan bidim;

Di 1938’an de di dema Terteleya Dersimê de li matbaaya Turan a Xarpêtê pirtûkek tê çapkirin. Di wê pirtûkê de behsa şewitandina malan, gundan û daristanan tê kirin. Piştre Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan jî vê weke broşur amade kir. Îro jî ev şewat dewam dikin.

Kela Lozanê bi serê kurdan de rijandin. Ji ber vê li her beşê welat doza gelê Kurd heye. Ev parçebûn di heman demê de bû çavkaniya pirsgirêkê. Ji ber wê jî di nava dewletên mêtinger de ji Lozanê ve tifaqeke dijkurd heye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv