Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dora 65 hezar kes di kampa Holê de dimînin 13.10.2020

Di kampa Holê de 64 hezar û 373 kes hene. 6 hezar û 706 malbat ji Sûriyê ne, 8 hezar û 209 malbat ji Iraqî ne û 2 hezar û 778 malbatên biyanî ne.

Mijara derxistina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê di rojevê de ye. Beriya wê Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed diyar kiribû ku meclis û Rêveberiya Xweser derxistina sûriyan ji kampê lêkolîn dikin.

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê, sala 1991’ê dema şerê Kendavê yê duyemîn ji aliyê Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Karûbrên Koçberan ve bi hevkariya hikumeta Şamê hate avakirin. Sala 2003’an dema destwerdana Amerîkayê ya li Iraqê careke din hate vekirin. Bi aloziya Sûriyê re, çeteyên DAIŞ’ê kamp dagir kirin.

Kampa Holê di Mijdara 2015’an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin. Bi rizgarkirinê re dest bi pêşwazîkirina koçberên Sûriyê yên ji ber şerê di navbera hikumeta Şamê û komên çete yên Tirkiyê de reviyan, kir. Piştre jî di Cotmeha 2016’an de an ku bi destpêka êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Mûsilê dest bi pêşwazîkirina penaberên Iraqê kir.

Bi nêzîkbûna tunekirina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Adara 2019’an de, malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwe radestî QSD’ê kirin ji bo kampa Holê hatin veguhestin.

Kampa Holê mezintirîn kamp li herêmên Rêveberiya Xweser e û ya herî xeter di cîhanê de ye ji ber hejmareke mezin a malbatên çeteyên DAIŞ’ê tê de ne ku hîna ideolojiya tundraw ya DAIŞ’ê hilgirtine û sûcên qetilkirin, êşkencekirin û derxistina aloziyan dikin û hewl didin ji kampê birevin. Ev yek ziyanê didin koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê.

Li gor serjimariya dawî ya rêveberiya kampa Holê, 17 hezar û 693 malbat (64 hezar û 373 kes) di kampê de hene;

8 hezar û 209 malbat ji Iraqê ku ji 30 hezar û 606 kesan pêk tê.

6 hezar û 706 malbat ji Sûriyê, ji 24 hezar û 223 kesan pêk tê.

2 hezar û 778 malbtên biyanî, ji 9 hezar û 544 kesan ji nasnameyên erebî û ewropî pêk tê.

Rêveberiya kampê destnîşan kir ku hejmara koçberên li kampê beriya veguhestina malbatên DAIŞ’î, 9 hezar û 500 kes bûn, jê 6 hezar û 500 iraq û 3 hezar koçberên ji Sûriyê bû.

Ji sala bor ve hate niha, rêveberiya 27 beş ji xelkên Dêrazorê, Reqa û Tebqayê ku hejmara wan 4 hezar û 789 kes bûn ji kampê derxistin. Derxistina koçberan li kampê bi kefaleta rûspiyên eşîran bi rêve diçe û kesên ku tev li DAIŞ’ê nebûn û beşdarî sûcên li dijî gelên herêmê nebûne, têne derxistin.

Rêveberiya Xweser bi hevkariya MSD’ê hewl dide bighêje mekanîzmeyeke xebata derxistina koçberên Sûrî yên di kampê de. Li vir, pirsgirêka penaberên Iraqê û malbatên biyanî yên ku welatên wan wan pêşwazî nake dimîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv