Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dorpêç û ambargoya PDK li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê dibe sedem ku jin ûzarok jiyana xwe ji dest bidin 25.01.2021

 

BANDORA DORPÊÇ Û AMABARGOYÊ
“AMBARGOYA LI SER LI WARGEHA ŞEHÎD RUSTEM CÛDÎ JI CORONAYÊ XEDARTIR E”

Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji tîrmeha 2019’an ve di bin ambargoyê de ye.

Asayîşa PDK’ê dor li wargehê girtî ye.

Şêniyên wargehê, tevî endam û rêveberên saziyên li wargehê diyar dikin ku ev ambargo bi daxwaza dewleta tirk pêk tê.

Armanca ambargoyê jî teslîmgirtina îradeya şêniyên wargehê ye ku ew dibêjin; berxwedan ji zilmê mezintir e.

Ev gelê ku serê xwe li hemberî dewleta tirk a dagirker netewand ji ber ambargoyê bi pirsgirêkên mezin re rûbirû dimîne.

Di serî de jî ji ber nebûna derfetan zext li ser tendurstiya nexweşan zêde ye.

Der barê bandorên amabargoyê de Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya Kampa Mexmûrê, Îsmaîl Ayaz axivî.

Îsmaîl Ayaz diyarkir şewba coronayê di serê adara 2020’an de li wargehê belav bûye û got;

Xelkê wargehê bi derfetên xwe tedbîr girtine, lê ev ambargo ji coronayê jî xedartir e.

Li wargehê 93 kes bi şewbê ketine. 6 kes ji wan ji ber şewbê jiyana xwe ji dest daye.

Niha ji bo şêniyên wargehê ku bi qederê 12 hezar kes in, tenê doktorek heye.

Îsmaîl Ayaz nêzîkatiya PDK’ê ya dijminane jî bi vê nimûneyê tîne ziman;

Me jineke ducanî şand nexweşxaneyê, lê bi awayekî kêfî ji nîvê rê ew vegerandin.

Dayik jî, zaroka wê jî di rê de mirin. Jê re gotin, tu ji Mexmûrê yî, em ê destûrê nedin tu biçî derman bibî.

Bi dehan zarokan li ser rêya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber vê ji bo me ambargo ji şewba Covid-19´ê bi tehlûketir e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv