Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dosyayek derbarê dîrok û rola dezgeha sîxurî ya PDKê Parastin 16.11.2020

 

DEZGEHA SÎXURÎ YA PDK’Ê PARASTIN
PARASTIN JI BO PÎLANÊN ÎSRAÎL Û ÎRANÊ SERWER BIKE HAT AVAKIRIN

Dezgeha Parastin a PDK’ê di sala 1965’an de ji aliyê Îsraîl û Îranê ve hate avakirin.

Wê demê ji ber ku Şah Riza Pehlewî alîgirê hêzên hegemon û bi taybet ê nêzî Amerîkayê bû, lewma têkiliya xwe bi Îsraîlê re jî baş bû.

Li ser esasê vê tifaqê, ji yekîneya destpêkê; Şekîb Akreyî, Ezîz Akreyî û Mihemed Hirsîn da ku bingehê dezgeha sîxurî ya PDK’ê ava bikin çûn Îsraîlê.

Ev her sê kes, bi taybet ji hêla malbata Barzanî ve hatibûn hilbijartin.

Şekîb Akreyî heta mirina xwe jî berpirsê dezgeha “Parastin” ê û xeleka di navbera Îsraîl, Îran û Barzaniyan de bû.

Mela Mistefa, ji bo kar û barê leşkerî û malî kurê xwe Îdrîs û yê ji bo ewlekariyê jî Mesûd peywîrdar kiribûn.

Damezirandina dezgeha “Parastin” heta Aşbetaliya 1975’an girêdayî Şilomo Nekdîmon bû.

Şilomo Neddîmon der barê vê dezgehê de wiha dibêje:

Dezgeha Saloxgeriya Îsraîl û ya Îranê, wê demê ji bo ku der barê Iraqê de agahiyan kom bikin û vegihînin SAVAK û MOSSAD’ê, pêwîstî dîtin ku dezgeheke sîxurî ji xanedana Barzanî re ava bikin

Mela Mistefa di sala 1968’an de diçe Îsraîlê û hevdîtinan bi rayederên siyasî, leşkerî û ewlekariyê yên Îsraîlê re çêdike.

Bi wê serdanê re, desteka leşkerî û ewlekarî bi dest xwe dixe.

Di encama vê serdanê de koma duyemîn a leşkerî ji Mesûd Barzanî, Ezîz Akreyî, Tahir Elî Welî, Şekîb Akreyî, Mihemed Hirsîn û ji hin kesên din pêk dihat, ji bo ku perwerdeya hunera sîxuriyê bibînin careke din çûn Îsraîlê.

Mehmûd Osman ev têkilî ji rojnameya Elwest a Siûdî û di nivîsên xwe yên ku li Ewropa weşandine de, bi zelalî aşkere kir.

Hev tasfîyekirin û reşkûjiyên navxweyî yên bi destê dezgeha Parastinê, piştî Firaso Herîrî, dema Kerîm Sincarî bû berpirsê Parastinê û Fazil Mîran jî bû wezîrê karê hundir yê herêmê, êdî her yek bi rêya zilamên girêdayî xwe dest bi hevdu beralîkirinê kirin.

Hinek ji navên tên nas kirin; yên wek Şekîb Akreyî, li Amerîkayê bi rêya jehrê hate kuştin.

Dîsa, kesê bi navê Rênas, ew jî li herêma Bahdînan ji holê hat rakirin.

Ebû Neter Xiristiyan ê Mankîş jî yek ji wan bû û berpirsyarê komîteya Duhok ya Partiya Komunîst a Kurdistanê bû. Ew jî rastî heman aqûbetê hat.

Yek ji sîxurê berê yê dezgeha Parastin a PDK’ê Mihemed Selman Berwarî, der barê reşkujiyên PDK’ê de van agahiyan dide:

Îsa Siwar di 1973’an de 11 kadroyên Partiya Komonîst a Îraqê, dema ku ji Yekîtiya Sovyetê di aliyê Sûriyê û Tirkiyê re dihatin Kurdistanê, girtin û kuştin.

Dîsa, kes û kadroyên vê dezgehê, yên ku xwediyê van kiryaran, plan dikirin, birêve dibirin û pêk dianîn jî ev in:

Nêçîrvan Îdrîs Barzanî, Fazil Mitnî Mîranî, Qadir Qaçax, Nêçîrvan Ehmed Misîrî, Hemîd Elî Sibîndarî, Receb Nebî Krmafî, Aştî Koçer, Kerîm Qasim Aytonî, Azad Seîdî Kirmafî, Azad Botî, Segvan Reşîd Felek, Tehsîn Kemkî…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv