Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Doza kuştina berpirsê Mîtê li Hewlêrê

 

KUŞTINA BERPIRSÊ MÎT’Ê OSMAN KOSE

MALBATA MAZLÛM DAG DIXWAZE CEZAYÊ LI ZAROKÊN WAN HATIYE BIRÎN BÊ BETALKIRIN

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de berpirsê maseya Îranê û Başûrê Kurdistanê yê MÎT’ê Osman Kose li Hewlêrê hatibû kuştin.

Bi îdîaya kuştina berpirsê MÎT’ê ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Memet Beşîksîz hatin girtin.

Dadgeha Hewlêrê cezayê darvekirinê da van her du ciwanan.

3 kesên jî bi îdîaya alîkariya wan kirine hatine girtin.

Li gorî agahiyên hatin bi destxistin ciwanên Kurd di nava çeteyên DAIŞ’ê de tên ragirtin.

Di vê navberê de malbata Mazlûm Dag daxuyanieyk dan û û xwest cezayê li zarokên wan hatine birîn paşde were kişandin.

CIWANÊN KU JI BER KUŞTINA BERPIRSÊ MÎT’Ê HATIBÛN GIRTIN DI NAV ÇETEYÊN DAIŞÊ DE TÊN RAGIRTIN

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de berpirsê MÎT’ê yê Başûrê Kurdistanê Osman Kose li Hewlêrê hat kuştin.

Asayîşa PDK’ê jî bi îddaya ku wan kuştiye, 2 ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz tevî 3 kesên din girtin.

Dadgeha Hewlêrê li Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz cezayê darvekirinê birî bû.

Her wiha derket holê ku Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz di nava çeteyên DAIŞ’ê de tên ragirtin.

Ev agahî ji aliyê erkdarekî girtîgehê ve hatiye dayîn û piştî bidawîbûna dadgehê, Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz li beşa çeteyan hatine bicîh kirin.

Erkdarê girtîgehê diyar kiriye ku ev yek bi daxwaza dewleta tirk pêk hatiye.

Eger li başûrê Kurdistanê cezayê darvekirinê pêk neyê, bi vî rengî dixwazin ciwanên Kurd ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bên kuştin.

Di vê navberê de malbata Mazlûm Dag li dijî cezayê darvekirinê, li avahiya DBP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê lidar xist.

Dayik û bavê Mazlûm Dag, Kudret û Zekî Dag beşdarî daxuyaniyê bûn.

Destpêkê dayîk Kudret Dag axivî û diyar kir ku piştî pênc mehan bi kurê xwe re hevdîtin pêk anîne.

Kudret Dag nerazîbûn nîşanî biryara ku li kurê wan hatî birîn da û xwest ceza paşve bê kişandin.

Zekî Dag jî biryara dadgehê ya derbarê kurê xwe de şermezar kir.

Di dawiyê de malbatê bang li xelkê Kurd ê çar aliyên Kurdistanê kir ku li dijî vê biryarê derkevin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv