Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Doza Mizrakli: Kurd xwecihiyên vê erdnîgariyê ne 12.10.2020

Di çarçoveya doza derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli de, li Enqerê rûniştina yekem pêk hat.

 

Rûniştina yekem a doza di derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ya bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistinê’ hatibû vekirin li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê pêk hat. Mizrakli yê erka wî xespkirin ji ber dozeke din li girtîgehê rehîn tê girtin.

Mizrakli li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Kayserî Bunyan tê ragirtin bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.

Di îdîanameyê de Mizrakli ji van hate sûcdarkirin: ‘Tevlîbûna çalakiyeke ya Rêxistina HDP’ê ya Amedê, parvekirineke ya têkildarî aktivîsta Kurd Ramîn Hosseîn ê li Îranê hate bidarvekirin, tevlîbûna koneke ya sersaxiyê, tevlîbûna çalakiyeke ya ku têkildarî operasyoneke 9’ê Cotmehê ya li ser HDP’ê, tevlîbûna konferansa HDP’ê ya bi sernava ‘Krîza Rojhilata Navîn û Çareseriya Netewa Demokratîk’ û destekdayîna 3 rojan a gireva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dabû destpêkirin.’

Mizrakli yê di rûniştinê de parastin kir, bal kişand ser qetlîama 10’ê Cotmeha 2015’an a li Enqerê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kobanê, serhildana 6-8’ê Cotmehyê, êrîşên qeyûman, qetilkirinên faîlên wan nediyar ên salên 1980-2000’î û hinek mînakên dîrokî.

Mizrakli diyar kir ku Kurd xwecihiyên resen ên vê erdnîgariyê ne û got: “Kurd in xweciyên resen ên vê axê, avakarên wê ne.” Mizrakli wiha domand: “HDP ne mekîneya propagandayê ya ya tu kesî ye, partiyeke ku siyaseta Tirkiyeyê dihilberîne ye.”

Di rûniştinê de parêzerên Mizrakli Şevîn Kaya û Arzû Kurt jî mafê axaftinê girtin.

Herî dawî Mizrakli mafê axaftinê girt û got: “Divê li pêşberî hiqûqê her kes wek hev be.”

Piştî parastina Mizrakli parêzer ji bo têkildarî mijarê parastinek berfireh bikin daxwaza dem kirin.

Heyeta dadgehê ya ku biryara navberê ragihan, biryar da ku dosyayê ji bo mutalayê bişîne biryar girt û rûniştina taloqîa 13’ê Çileya 2021’ê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv