Edaleta trik di doza Ozgur Gundemê de dîsa ceza birrî.
Eren Keskîn, Kemal Sancili û Îlhan Kizilkaya heryek ji wan bi 6 sal û 3 meh û Zana Kaya jî bi du sal cezayê zindanê hatin ceza kirin.
Sûçê wan weke yê hemû kurdane, xwestine dewleta tirk perçe bikin.
Eren Keskîn a ji bo piştgiriyê rojekê Gerînendetiya Giştî ya Ozgur Gundemê kiribû û mudurê karên nivîsan Înan Kizilkaya di rûniştinê de amade bûn.
Xwediyê rojnameyê Kemal Sancili û Gerînendeyê Giştî Zana Kaya beşdar nebûn.
Dozgerê Tirk bi îdîaya “xerakirina yekitiya dewleta tirk, endamtî û propagandaya rêxistinê, zêdetirî 10 sal ceza xwest.
Eren Keskîn û Îlhan Kizilkaya di parastinê de bal kişandin ser azadiya çapemeniyê û betalkirina dozê xwestin.
Lê belê heyeta dadagehê li Eren Keskîn, Kemal Sancili û Îlhan Kizilkaya re cûda cûda 6 sal û 3 meh û li Zana Kaya jî salek û 13 meh ceza birîn.