Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Amber Huff: Ez ji dewleta tirk re dibêjim êdî bes e 24.02.2021

 

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
DR. AMBER HUFF: EZ JI DEWLETA TIRK RE DIBÊJIM ÊDÎ BES E

Li cîhanê gelek entellektuel, akademîsyen û rewşenbîr doza azadiya Rêber Apo dikin.

Kesayetên ku xwedî li ramanên Rêber Apo derdikevin, diyar dikin ku ew îlhamê ji ramanên wî digrin.

Yek ji van kesayetan jî Doktor Amber Huff e.

Amber Huff li zanîngehên Sussex û Oxfordê antropologê civakî ye.

Di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnamevan Erem Kansoy de Amber Huff îşaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo kir.

Amber Huff dibêje; ez dixwazim ji dewleta tirk re ji ber siyaset û polîtîkayên wê yên li dijî kurdan bibêjim bes e.

Di dewama axaftina xwe de Amber Huff eşkere doza azadiya Rêber Apo dike û dibêje:

Divê dewleta Tirk tavilê Ocalan û girtiyên din ên siyasî serbest berde.

Ez dixwazim bi bîra Netewên Yekbûyî bînim ku ew xwedî hêz e.

Ew dikare dawî li zilma ku dewleta Tirk li gelê kurd û gelê dike, bîne.

Heke welatên endamên Netewên Yekbûyî ne çekan nefroşin Tirkiyê û desteka fînansî nedin, wê Erdogan nikaribe vê terorê bidomîne.

Berxwedana gelê kurd û firka Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan bûye çavkaniya îlhamê ji bo hêzên pêşverû.

Ocalan û gelê kurd ji temamiya gelê di oxira azadiyê de, di oxira avakirina civaka demokratîk û ekolojîk tê dikoşin jî bûne çavkanî.

Em li kêleka gelê kurd û têkoşîna vî gelî ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv