Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Kamîran Berwarî: Dewleta Tirk û destilatdariya Başûr ji bo koça ciwanan hêsankariyê dike 28.09.2020

 

Mamostayê Zanîngehê û Çavdêrê Siyasî Dr. Kamîran Berwarî têkildarî koça ciwanên Behdînan a berbi Ewropa ve ragihand ku koça ciwanan sedema xwe heye û dewleta Tirk, partiyên siyasî û desthilat li Başûrê Kurdistanê ji bo hêz û şiyana ciwanên siyasî lawaz bikin yek deng in, lewma li sînor ji bo koça ciwanan hêsankariyê dikin. Berwarî got ku sedemek din jî li herêmê nebûna azadiyê ye.

Nêzî mehekê ye pêleke koçberkirina ciwanên herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê ber bi welatên Welatên Ewropayê ve hatiye destpêkirin. Li gorî van zanyariyan, rojane komek ciwanan ku herî kêm ji 10 kesan pêk tê, bi awayekî fermî, lê nava şevê di deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî Tirkiyeyê tê kirin. Bi vî rengî di nava mehek dawî de bi sedan ciwan derbasî Tirkiyeyê hatine kirin. Komên ku ji sînor derbas dibin jî, bi riya şebekeyek qaçaxçiyan bi rêyên veşartî ber bi Ewropayê ve diçin. Ev jî, ji aliyê hin kesên ku di nava şebekeya koçberkirina mirovan de cîh digirin ve tê meşandin. Ev kes piştî derxistina pasaportan, ciwanan arasteyî konsolosxane û navendên vîzeyê yên Tirkiyeyê dikin. Li navendên vîzeyan ên li Zaxo û Duhokê yekser bi ciwanan re eleqedarbûn çêdibe, belgeyên wan tên amadekirin û astengî nayên derxistin. Bi vê rê dixwazin berê ciwanên nerazî bidin welatên derve.

‘Sedekem koçberiyê nebûna azadiyê ye’

Mamostayê Zanîngehê û Çavdêrê Siyasî Dr. Kamîran Berwarî têkildarî mijarê ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got;”Mixabin ji sala 1991’an ve li Başûrê Kurdistanê ciwan koç dikin ku kesên rewşenbîr, kesayetên neteweyî û ciwanên bicesaret in. Sedema wê jî nebûna azadiya bîr û ra, azadiya ramanê, azadiya kesî û azadiya giştî ye. Heta niha jî li vê xakê diyardeyek berdewame.”

Dr. Kamîran Berwarî diyar kir ku di sala 1998’an de jî gelek ciwanên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan derveyî welat û got ku ev qonaxa hina destpêkiriye jî sedema xwe heye ku  ji bo hêz û şiyana ciwanên siyasî lawaz bikin, dewleta Tirk, hêz û hizbên siyasî û desthilata li Başûrê Kurdistanê yek deng in, lewma li sînor ji bo hêsankarî tê kirin û got;”Ji aliyê din ewên ku karê qaçaxçitiya mirovan dikin, qezencek darayî dikeve destê wan. Ji ber ku bi tenê li Stenbolê band û kom hene ku xelkê Başûrê Kurdistanê dişînin Ewropayê.”

Wê nerazîbûna xelkê zêdetir bibe’

Berwarî dazanin ku dizanin ku li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnek zêde heye û wiha domand;”Bi taybet li Şêladizê me dît ka çawa dengê nerazî teqiya. Lewma dixwazin rê li pêşiya vê bigirin û xelkê Başûr ji bê mûçeyî, av, ceyran û xizmetguzariyê razî bin. Vî karî jî li gel Tirkiyeyê dikin. Li Behdînan binçavkirina nivîskar, rojnameger, siyasetmendar û akademîsyena heye. Bi taybet çîna mamostayan ku daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Ev jî çareserî nîne û wê bibe sedema ku li hemberî hikûmet bertekên tund çêbibin. Ji ber ku wê nerazîbûna xelkê zêdetir bibe.”

Dr. Kamîran Berwarî eşkere kir ku ev yek nayê wateya ku xelkê Behdînan bêdeng bin û radest bin û wiha pêde çû;”Berevajî roj bi roj dengê nerazî rêdetir dibe. Lewma li gorî nêrîna min, ev kar ximzeta Kurd, Kurdistanê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê nake. Heta xizmeta PDK’ê jî nake. Belku xizmeta dagirkerên Kurdistanê dike.”

‘Dengê azadîxwazan gihaye tevahiya cîhanê’

Mamostayê Zanîngehê û Çavdêrê Siyasî Dr. Kamîran Berwarî herî dawî got;”Hêvîdarim ku destilata Başûrê Kurdistanê dest li van karê xwe berde û azadiyê sînordar neke. Hemû girtiyên Behdînan azad bike. Ji ber ku dengê azadîxwazan gihaye tevahiya cîhanê. Ji bo wan zelal bûye ku ev binçavkirin siyasî ye. Lewma eger ev reftarên desthilatê berdewam bike, wê tûrebûın û nerazîbûnên mezin li Başûrê Kurdistanê çêbibin û dibe ku bigihî rewşa têkçûna Başûr.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv