DR. KAMURAN BERWARÎ:
PDK BI HELWESTA XWE DAGIRKERIYA TIRK REWA DIKE
Cîgirê Serokê Akademiya Siyasetê û Fikrê Demokrasiyê li Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî ji dagirkeriya dewleta Tirk desthilatdariya Başûrê Kurdistanê berpirsyar girt.
Kamuran Berwarî bêdengiya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wekî şerm û rûreşî nirxand û xwest ku dawî li bêdengiyê were anîn.
Berwarî anî ziman ku dewleta Tirk ji cihên dagirkirî yên Sûrî, çeteyan dibe li xeta Bakur û Başûr bi cih bike.
DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI BAŞÛR
DR.KAMURAN BERWARÎ: DESTHILATDARIYA BAŞÛR LAMBA KESK PÊ XISTIYE
Cîgirê Serokê Akademiya Siyasetê û Fikrê Demokrasiyê li Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî tekildarî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, tevgera MÎT’ê, çalakiyên gelê herêmê û daxuyaniya PDK`ê ji ANHA’yê re axivî.
Berwarî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser axa Başûr ji sala 90 heya niha bê navber berdewam dike û got: Bi êrişan sivîlan dikin hedef. Desthilata Başûr şewqa kesk daye MÎT’ê, Arteşa Tirk û rayedarên herêmê jî girtine bin bandora xwe.
DR. KAMURAN BERWARÎ:
PDK BI HELWESTA XWE DAGIRKERIYA TIRK REWA DIKE
Kamuran Berwarî bêdengiya Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê wekî şermek û rûreşiyek, şermezariyek nirxand û got: ‘Rojan e gelê Başûrê Kurdistanê tê girtin, kuştin û xwezaya Kurdistanê tê werankirin. Bi vê dayîna şewqa kesk re dihêlin ku Kurdistan dîsa bibe beşek ji dewleta Tirk û hikumeta Kurdistanê ser nexşeya Kurdistanê nemîne.”
Berwarî sedema aloziya li Başûr jî hebûna dewleta Tirk nirxand û got:”Heya baregehên artêşa Tirk, MÎT, konsolos û şîrketên dewleta Tirk, neyê girtin wê rewş baş nabe. Berovajî wê rewş ber bi xirabiyê ve biçe.
JI DR. KAMURAN BERWARÎ AGAHIYÊN GIRÎNG:
TIRKIYE ÇETEYÊN CÎHADÎST ÊN SÛRÎ LI XETA BAŞÛR Û BAKUR BI CIH DIKE
Kamuran Berwarî daxuyaniya PDK’ê ya li dijî KCK’ê jî, wekî rewakirina êriş û dagirkeriya dewleta Tirk nirxand û ev agahiyên girîng eşkere kirin:
Dewleta Tirk ji cihên dagirkerî yên Rojava û Sûrî çeteyên cîhadîst û îxwanî tîne xeta sînor a Başûr bi cih dike. Bi wan amadekariya serdemeke tarî dike. Bi riya wan çeteyan dixwaze destketiyên Kurdan ji holê rake.