Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Radha D’Souza: Ji bo azadiyê dem ev dem e 10.02.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
RADHA D’SOUZA: JI BO AZADIYÊ DEM EV DEM E

Doktor Radha D’Souza ji Hindistanê ye.

Ew bi xwe zanyareke rexnegir e, li gel vê jî aktîvîsteke ji bo edaletê, parêzer û nivîskar e.

Ew hîn li Zanîngeha Westminsterê ya Londonê dersên hiqûqê dide.

Ew di pirtêka kollektîf a “Diyalogên ji bo jiyana azad de” behsa naskirina Rêber Apo û fikrên wî dike.

Doktor D’Souza di destpêka nivîsa xwe de diyar dike ku ew di ber der barê Rêber Apo de di nivîse heyecanek pê re çêbûye û hestên xwe wiha tîne ziman:

Min dema metnên Ocalan xwendin weke ku ez û wî li ser wan mijarên di wan metnan de di nava gotûbêjeke kûr de, min xwe hîs kir. Te dît di adetên gelên rojhilatî de ye, sankî ez û wî me bi hev re di sohbeteke germ de bûn û me pê re jî çayê vedixwar. Têkiliya ku ez bi metnên Ocalan re datînim wisa hesteke germ û bi heyecan bi min re çêdike.

Doktor Radha D’Souza dixwaze Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe, pê re hîn nîqaşên li ser modela wî ya jiyana nû gotûbêjan bikin:

Hêviya min ew e ku Ocalan rojekê serbest bibe û wan mijarên ku ew di pirtûkên xwe de behsa wan dike, min hêvî ku em ji devê wî bi xwe bibihîzin. Îcar di dinyayeke welê de azadî tên hepiskirin heta dewletên ku di stokên xwe de çek û cebilxaneyên herî kujer hene jî nêrînên wî ji bo xwe weke ‘tehdîda li dijî ewlehiyê’ tê dîtin. Îcar hema li vê rewşê binêrin hûn ê bizanibin Ocalan di dinayeyeke çawa de hepiskirî ye. Lê Xwedê kiriye ku di vê rewşa dîstopîk de jî wê gotina kevnar hê wî di rewacê de ye; “gotin ji şûrî tûjtir e.”

Doktor Radha D’Souza îşaret bi tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo jî dike û nivîsa xwe bi vî nirxandinê bi dawî dike:

Ocalan hîn jî di tecrîdê de tê ragirtin. Rewşa Tirkiyê jî her ku diçe xerabtir dibe û hejmara girtiyên siyasî yên li zindanên dewleta tirk zêde dibe. Weke ku çawa ev hejmar li Hindistan, Srî Lanka, Filîpîn, Ruanda, Uganda û gelek deverên din çawa zêde dibe.

Di asta cîhanî de divê em êdî bizanin ku tepeserkirina muxalifan û hejmara girtiyên siyasî yên li zindanan bi hev re girêdayî ne. Heke di dîrokê de kêlî û demeke ku kampanyayeke ji bo serbestiya azadiya girtiyên siyasî bihata meşandin min ê bigotia dem ev dem e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv