Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Du jinên pêşeng û fermandar Delal Amed û Azê Malazgîrt 11.11.2020

 

OK
Delal Amed û Azê Malazgirt du jinên pêşeng û fermandar.

Her du jinên jiyana xwe ji bo azadiyê bexşandin 11’ê mijdara sala 2017’an li Besta şehîd bûn.

Jinên Têkoşer li pey xwe dirokek bi têkoşînê dagirtî hêlan.

Em binêrin çi van her du jinên fermandarên gêrîla li çiyan gihandin hev.

Du jinên şoreşger, fermandar, pêşeng û leheng, Delal Amed û Azê Malazgirt.

Şoreşa azadiya Kurdistanê herdu di sê goşeya hilala Zêrînde gihand hev.

Delal Amed û Azê Malazgirt zêdeyî 20 salan bê ku nefesê bistînin çiya bi çiya geriyan û ji jinan re fermandarî kirin.

Çiya ew di hemêza xwe de parastin û di guliyên xwe de veşartin.

Wan jî ji çiyan re parêzvanî kir.

Hulya Eroglu bi navê xwe yê şoreşgerî Delal Amed sala 1974’an li navçeya Amed Çinarê tê dinê

Di salên 90an de dibe şahida înfaz, şewitandina gundan û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê kurd.

Weke jineke ciwan serê xwe li ber zilmê natewîne û sala 1992’an berê xwe dide qada tekoşînê

Di navbera salên 1992 û 97an de li herêmên cuda gerîlatiyê dike.

Di navbera salên 2004-2008an de li Dersimê fermandariya hêzên gerîla dike.

Sala 2008’an bo cara duyem berê xwe dide herêmên parastina medyayê û bû yek ji fermandara biryargeha navendî ya YJA-Starê.

Her wiha cihê xwe di konseya fermandariya biryargeha parastina gel, komîteya PKK û koordînasyona PAJKê de jî girt.

Delal Amed ji herêmên parastina Medyayê cardin berêxwe dide herêma Botanê û li gel fermandar Azê Malazgirt mil didin milên hev û şerê azadiyê dikin.

Asli Ozkaya binavê xwe yê têkoşîna azadiya Kurdistanê Azê Malazgirt.

Azê Malazgirt a ji malbeteke Mûşê sala 1976’an li Îzmîrê ji dayik dibe.

Asli Ozkaya ku beşa cografyayê dixwinîne, 18ê Adarê zanîngehê diterikîne Û berê xwe di de nav refên gêrîla .

Di sala 1997’an diçe qada rêber Abdullah Ocalan ya li Şamê û perwerde dibîne.

Piştî perwerde diqede berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Ji Zagrosê bigre heya Besta û çiyayên Bakurê Kurdistanê rêwîtiya azadiyê dike.

Cihek namîne ku Azê naçe û ligên xwe navêjiyê.

Çiya weke kefa destê xwe nasdike, bi çiyan re dibe yek.

Fermandarên jin Delal Amed û Azê Malazgirt ku dibin navêN jinên Kurd 11’ê Mijdara 2017’an li gel 11 hevalên xwe bi şerekî artêşa Tirk de li Bestayê beşdarî karwanên nemiran dibin.

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv