Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Bila dijmin bizane ku PKK tevgereke tolhildanê ya komkujiyan e 24.11.2020

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
CEJNA VEJÎNÊ YA NETEWÎ LI GEL Û ŞEHÎDÊN ME PÎROZ DIKIM

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, beşdarî bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Dûran Kalkan, ji damezrandinê heya roja me ya îro rastiya PKK’ê vegot.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bi mebseta Cejna Vejînê ya 27’ê Mijdarê, şehîdê yekemîn Hakî Karer û şehîdên sala 42. Kasım Engin, Leyla Agirî, Egîd Civyan, Amara Batman û Yılmaz Dersim bibîr anî û cejna berxwedanê ya netewî li malbatên şehîdan pîroz kir.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
JI BER KU RASTIYA PKK’Ê RASTIYA RÊBERTIYÊ YE JIYAN BI PKK’Ê BI WATE BÛ

Dûran Kalkan bibîr xist ku partiyê 27’ê Mijdara 1978’an kongreya xwe ya damezrandinê lidar xist û 30’ê Tîrmeha 1979’an de jî ji raya giştî re ragihand.

Ji wê rojê ve rastiya PKK’ê tê niqaşkirin.

Rêber Apo, ji bo PKK’ê got; stran, helbest, romaneke bê dawî.

Îfade kir ku Newroz bi PKK’ê zêdetir bi wate dibin.

Dema em dizivirin û li 42 salên dîrokî mêze dikin, dibînin ku bi rastî jî jiyana li gel PKK’ê çiqas xweş û bi wate ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
BI RÊBER APO, SIYASETA KURD Û RÊBERTIYA WÊ GUHERÎ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi berdewamî destnîşan kir ku, bi Rêber Apo re, siyaseta Kurd ji yên berê gelekî cuda derket holê.

Divê rastiya Rêber Apo baş were fêmkirin.

Bi Rêber Apo re siyaseta Kurd jî guherî.

Zanebûnê bidest xist, xwe birêxstin kir, bû xwedî vîn û zanistê.

Rêber Apor ji ber ku ne xwedî van vesfan bûn rêberên berê yên serhildanan rexne kir.

Li ser vê bingehê xwe perwerde kir û pêş xist.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
BILA DIJMIN BIZAN E KU PKK TEVGEREKE TOLHILDANÊ YA KOMKUJIYAN E

Dûran Kalkan, diyar kir ku PKK, tevgera mîlîtanên zindî yên di xeta fedayî de dijîn û têdikoşin e.

Şehîdê sala 42. Fermandarê Qada Dersimê Şehîd Yilmaz Dersim bibîr anî û got;

PKK di heman demê de tevgera tolhildana komkujiyan e. PKK bû tevgereke rexne û rexbnedayînê û encam girt.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK, guhertinên paradîgmasal ûn di PKK’ê de jî şîrove kir û sedema şerê li dijî dewletê jî vegot.

Ji ber ku dewlet û desthilat, çewisandin û ketxwarî ye.

Sîstema desthilatiyê ye, ango yên ku dewletê di destê xwe de digirin desthilatiyê li ser hin aliyên din dikin.

PKK jî 15 sal e hewl dide vê rastiyê fêm bike.

Fikra ku di guhertina paradîgmayê de derket holê, pêşbîniya herêm û gerdûnê ye.

Ji ber vê yekê, çasreseriya pirsgirêka Kurd jî wê wekî tevgerên netewparêz ên sedsala 20ãn nebe.

Rêber Apo şoreşeke zîhnî pêk anî û biser xist, ya ku em ê bi hêsanî pêk bînin da me.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
HEDEFA SALA 43’YAN HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ Û AZADKIRINA RÊBER APO YE

Di vê çerçoveyê de Dûran Kalkan, destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê were mezinkirin û bal kişand ser nokteyên ku tên rexnekirin.

Hewldaneke girîng ya ku rêbertî û xeta rêbertiyê fêm bike heye.

Lê belê gelekî zêde takekesî heye, qelsî heye.

Pir zêde bandora modernîteya kapîtalîst û zihniyeta paşverû ya civaka kevneperest heye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalka, ji bo ku ev qelsî ji holê rabin xwest ku zêdetir hewldan bê dayîn û got;

Hedefa me ya sala 43’yan hilweşandina faşîzmê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv