Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: Hewl dan bi rêbazên cûda bi navê yekîtiyê Kurdên li Rojava bixapînin 01.01.2021

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
HEWL DAN BI RÊBAZÊN CÛDA BI NAVÊ ‘YEKÎTIYÊ’ KURDÊN LI ROJAVA BIXAPÎNIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di beşa duyemîn a bernameya taybet de ku di televîzyona Medya-Haberê de hat weşandin,

li ser têkoşîna Kurdan û gelan a li Bakur-Rojhilatê Sûrî, polîtîka û provokasyonên PDK’ê yên li Başûrê welêt rawestiya.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn, ku hêzên serdest li hemberî gelan dewleta Tirk û rêveberiya Şamê weke gef bikaranîn.

Hewl dan destketiyên bi têkoşîna PKK’ê derketine holê, bi rêbazên nerm bixin kontrola xwe.

Ev yek ceribandin; helwdan bi vê rêbazê azadiya Kurd tine bikin.

Armanca bingehîn a hevdîtinên bi rêya ENKS’ê ew bû.

PDK’a herî zêde li dijî yekîtiyê derdiket, li Rojava dûvikên xwe dikir alîgirî yekîtiyê.

Heke ewqas yekîtîperest be, bila ji bo tevahiya Kurdistanê yekîtî esas bigirta.

Jixwe hingî hewceyî bi hewldanên ji bo yekîtiya li Rojava nediman û wê ji ber xwe ve pêk bihata.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
XWESTIN NIRXÊN PKK’Ê AFIRANDINE BIXIN KONTROLA XWE, LÊ EW NE BÊ XWEDÎ NE

Duran Kalkan destnîşan kir, ku xwestin bi vê yekê pîlaneke piralî ya navneteweyî ji bo pûçkirina îdeolojiya Apoyî bibin serî.

Niha dibêjin, “ji Apo û PKK’ê re na, ji nirxên afirandine re erê…”

Ev çi ye?

Weke heyî naxwazin, dibêjin “ji bo bikeve bin kontrola me erê.”

Ev kontrola çi ye?

Dixwazin ji nû ve bixin bin kontrola mêtînger û qirkeran.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê li hemberî vê yekê ew hişyarî kir, ku nirxên hatine afirandin ne bêxwedî ne û divê her kes encamên derketine holê rast binirxîne.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
HELWESTA PDK’Ê HELWESTA ŞER E Û DIBE KU JI BER VÊ YEKÊ HER KÊLÎ ŞER BIQEWIME

Li ser hewldanên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî jî Duran Kalkan helwesta dijber a PDK’ê destnîşan kir.

Helwesta “em li dijî şerê navxweyî ne” baş e.

Ev helwest li Bakur, Rojava û Başûr derket pêş.

Ev yek nîşaneya pêşketina hemdê neteweya demokratîk nîşan dide û girîng e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê hişyarî kir, ku bi danûstandin û danîna neqşeya ji bo yekîtiyê wê talûkeya şerê navxweyî ji holê rabe.

Hin hêz hene dixwazin Kurd şerê hev bikin û vê yekê li gorî berjewendiya xwe dibînin.

Divê li hemberî van em hişyar bin.

Rewşa niha xwedî xeterî ye û bi ketina sala 2021’ê gef li ser têkiliya navbera Kurdan heye.

Biçeperbûna heyî ya PDK’ê, bi çeperbûna şer e, her kêlî dibe ku ji ber vê yekê şer biqewime.

Xwedî helwestbûna li hemberî vê yekê wê çareseriyê biafrîne…

Naxwe bi gefxwarin an jî tiştekî din çareserî pêk nayê.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
PKK ŞER NAXWAZE, YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA DEMOKRATÎK A KURDAN DIXWAZE

Duran Kalkan li hemberî vê yekê helwesta PKK’ê careke din bibîrxist.

PKK şerê nav Kurdan naxwaze.

Ti biryara wê ya şerê li dijî partiyek an jî hêzeke Kurdî nîne û ne alîgirî şer e.

PKK bawer nake, ku wê ev yek ji bo xêra Kurdan be.

PKK siyaseta demokratîk û yekîtiya neteweyî ya demokratîk dixwaze.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv