Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: JI ber kuştina Olof Palma Ewropa deriyên xwe li Rêber APO girt

 

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan doza kuştina Olof Palme nirxand.

Dûran Kalkan diyar kir ku ji ber kuştina Olof Palme Almanya, Fransa û welatên Ewrûpayê deriyê xwe li Rêber Apo girtin.

Kalkan anî ziman ku lêborîn bi tenê têr nake, divê komploya navnetewî ji holê bê rakirin û dawî li tecrîdê were.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN
“JI BER KUŞTINA OLOF PALME EWRÛPAYÊ DERIYÊN XWE LI RÊBER APO GIRT”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re qala pêvajoya piştî kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme kir.

Kalkan diyar kir, kuştina Palme ne bûyereke herêmî ye û wiha got;

Ji bo karibin PKK’ê û Kurdan berpirsyar nîşan bidin û êriş bikin, kuştina Palme plan kirin. Lewma ne tenê cînayeteke. Pêvajoya piştî wê jî hatibû plankirin. Ev rewş ne tenê li Swêdê bû. Destpêkê zext li Kurdên li Swêdê hate kirin, hatin sûcdarkirin, hatin binçavkirin, zext li Kurdan hate kirin û piştre jî li welatên din ên Ewrûpayê belav bû.

Dûran Kalkan anî ziman ku bûyera kuştina Palme ji bo sûcdarkirina têkoşîna azadiyê ya Kurd û rewakirina hewldanên qirkirinê yên Dewleta Tirk hate kirin û wiha axivî;

Kontrgerîla ya Tirk û MÎT jî di nava bûyera kuştina Palme de hebûn. Hêzên cuda yên Gladiyoyê jî di nav de bûn. Dema ku Palme hate kuştin, pirsgirêka Kurd, têkoşîna gerîla ya PKK’ê û têkoşîna li dijî PKK’ê di rojeva NATO’yê de bû. NATO’yê ev yek nirxandibû û biryar li ser dabû. Bûyera kuştina Palme di pêvajoyeke wiha de pêk hat.

Dûran Kalkan ragihand ku ji ber kuştina Olof Palme Almanya, Fransa û welatên Ewrûpayê deriyê xwe li Rêber Apo girtin û wiha got;

Komploya navnetewî herî zêde spartin bûyera kuştina Olof Palme. Hîn jî bi vî rengî dewam dikin. Ji ber vê yekê divê em qîma xwe tenê bi lêborînê neynin. Divê komploya navnetewî ji holê bê rakirin, dawî li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê bê anîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv