Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
AnalîzNûçeyên DawîSîyasî

Duran Kalkan Komploya 15’ê Sibatê dinirxîne

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, têkoşîna li dijî komploya navnetewî destnîşan dike û dibêje;

Em ê li dijî komploya navneteweyî û tecrîdê dest bi pêngaveke berfireh a berxwedanê bikin.

Dûran Kalkan biryara dadgeha bilind a Belçîkayê jî dinirxîne…

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:

EM Ê LI DIJÎ KOMPLOYÊ DEST BI PÊNGAVEKE BERFIREH BIKIN

Dûran Kalkan diyar dike ku di sala 22’yan a têkoşîna li dijî komployê û tecrîdê de ew pêngaveke berfireh a berxwedanê diafirînin.

“Em ê vê yekê gav bi gav li her qadê berbiçav bikin û bi rêbazên afirîner bimeşînin. Em ê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê bişikînin û di sala 22’yan de hîn bi xurtî komployê têk bibin. Armanc û biryardariya me li ser vê bingehê ye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar dike ku ji bo vê jî ew ê li Bakur, Başûr û Rojava, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê dest bi berxwedaneke topyekûn a piralî bikin.

Ji bo vê yekê jî Dûran Kalkan vê bangê dike;

“Divê her kes têkoşîna li dijî êşkenceya li Îmraliyê û sîstema tecrîdê weke têkoşîna xwe, weke şertê jiyana demokratîk û azad bibîne û xwedî lê derkeve. Bi her şêweyên çalakiyan divê hişmendî û siyaseta komployê were mehkûmkirin, nîşan bidin ku ew naxwazin bi komployê re bijîn. Sekneke bi vî rengî wê teqez rê li ber serketinê veke.”

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:

BIRYARA BELÇÎKAYÊ MEHKÛMKIRINA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YE

Dûran Kalkan biryara dadgeha bilind a Belçîkayê û bandora wê li ser komploya navnetewî jî nirxand.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, biryara dadgeriya Belçîkayê wekî mehkûmkirina Komploya Navneteweyî destnîşan kir û sedema wê jî wiha rawe kir;

“Ji ber ku tevahiya êrişên komploger ên li dijî Rêber Apo xwe dispêrin ‘avakar û rêveberê rêxistina terorê’. Di vir de mebesta wan ji ‘rêxistina terorê’ PKK ye. 21 sal in li ser vê bingehê êrişê dibin ser Rêber Apo. Ev biryar sparteyên êrişên li dijî Rêber Apo hemûyan dirizîne, sûcdariyan pûç dike. Lewma komploya navneteweyî mehkûm dike.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv