Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Ku PDK tevlî şer bibe ne li hember, divê li kêleka PKKê be 16.11.2020

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
NABE KU BIRYARÊN LI HEMBERÎ TECRÎDÊ WERIN PAŞXISTIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, beşdarî bernameya Ulkeden a Televîzyona Medya Haberê bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Dûran Kalkan bi taybetî li ser rewşa Îmrali sekinî û berxwedana Rêber Apo, wekî berxwedana herî mezin a dîrokî pênase kir.

Biryarên CPT yên derbarê Îmrali de jî bibîr xist û got:

“Biryar girtin û gotin; tecrîd heye û ev sûc e. Diviya bû vî sûcî ji holê rakin, lê tu tişt nekirin. Ev rapor berxwedana 22 salan a gel û Îmraliyê piştrast kir ku îşkence heye. Divê ev biryar pêk bihatina.”

Dûran Kalkan bi berdewamî got; nabe ku biryarên li hemberî tecrîdê werin paşxistin.

Wê baweriya bi wan kêm bibe û êdî kesek ji Konseya Ewrupayê bawer
nake.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
BAYÊ KETINA RÊVEBERIYA TRUMP LI TIRKIYÊ BANDORA ERDHEJÊ ÇÊKIR

Mijareke din ku Dûran Kalkan li ser sekinî jî guhertina rêveberiya Amerîkayê bû.

Dûran Kalkan da zanîn ku bayê ketina rêveberiya Trump, li Tirkiyê erdhejê çêkir;

Dema keştiya Trump noqî avê bû, berî herkesî Jeffry keştiyê terk kir. Dema keştiya Erdogan av girt û ber bi noqîbûnê ve diçe jî, zave Berat Albayrak terk kir. Û diyar kir ku yên din jî di dorê de ne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bibîr xist; ya ku li Rojhilata Navîn Kurdan xist vê rewşê jî ew sîstem bû, ku Amerîka jê re pêşengiyê dikir.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
YA DÎKTATORIYA AKP/MHP’Ê XWEDÎ KIR RÊVEBERIYA TRUMP BÛ
Dûran Kalkan diyar kir, ya dîktatoriya AKP/MHP xwedî kir jî rêveberiya Trump bû. Trump çû dora Erdogan e.

Dixwestin heya dawiya Îlonê encam bidest bixin. Ji me re digotin: Ku teslîm nebin hûnê biqedin. Ji aliyê xwediyên vê pîlanê DYA, AKP/MHP û PDK’ê ve em hatin tehdîdkirin. Niha Îlon qediya, Cotmeh jî qediya û em hatin nîvê Mijdarê. Pîlan vala derket. Nikaribûn Heftanînê dagir bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, di vê mijarê de bal kişand ser qeyrana aborî ya li Tirkiyê jî.

Li Tirkiyê ne tenê krîza aborî; her wiha kirîza siyasî, kirîza leşkerî, kirîza zîhnî, kirîza aqil heye. Aqilekî nexweş heye; divê herkes vê yekê bibîne. Sedema kirîza aborî jî şerê heyî ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
KU PDK TEV LI ŞER BIBE NE LI HEMBER, DIVÊ LI KÊLEKA PKK’Ê BE

Derbarê sedema ku di vê demê de PDK’ê li hemberî PKK’ê ala şer bilind dike de jî Dûran Kalkan nirxandin kir.

PKK li Başûr ne mêvan e. Ku PDK tevlî şer bibe ne li hember, divê li kêleka PKK’ê be. Tu pirsgirêka me bi PDK’ê re tine. Ji bo hevdîtinê, mi çend name ji wan re rêkir. Me teklîfa ’em fermandariyeke hevpar ava bikin’ li PDK’ê kir, lê ew nehatin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, herî dawî jî ev peyam da;

Tu kes nikare berxwedana PKK’ê rawestîne. Qehremaniya gerîla li holê ye. Keştiya AKP/MHP’ê av digire û wê têk biçe. Hêza alternatîf divê înîsiyatîfê bigire û bi meşe. Rêyeke din nîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv