Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ hemû hêviyên AKP-MHP’ê têk birin 23.01.2021

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
SENDÎKAYÊN ÎNGÎLÎZ Û AFRÎKA BAŞÛR JI BO ÇARESERIYÊ AZADIYA RÊBER APO DIXWAZIN

Endamê Komîteya Rêvebera a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Dûran Kalkan, bi berfirehî li ser pêngava Dem dema Azadiyê ye sekinî û bal kişand ser çalakiyên sendîkayên Îngîlîz û Afrîkaya Başûr.

Daxwaza dikin ku rêber apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.

Xwedî tecrûbe ne û dibêjin; Dem hatiye!…

Ji bo ku li Rojhilata Navîn çareseriyek peyda bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe û aşitî serwer bibe, pêdivî dibînin ku Rêber Apo azad bibe.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
ÊRIŞÊN LI DIJÎ RÊBER APO Û PKK’Ê, LI DIJÎ HEMÛ MIROVAHIYÊ NE

Dûran Kalkan bi berdewamî bal kişand ser pîlanên hêzên hegemon ên bi armanca tinekirina Rêber Apo û PKK’ê û van êrişan wekî “êrişên li dijî hemû mirovahiyê” destnîşan kir.

Di rastiya xwe de ev êrişên li dijî Rêber Apo û PKK’ê, êrişên li dijî hemû tevgerên sosyalîst e jî.

Êrişên li dijî hêzên şorerşger û demokratîk e.

Êrişeke li dijî jiyana hevpar a demokratîk, azad û xwişkûbiratiyê ya mirovahiyê ye.

Ji ber vê yekê hemû tevger jî van êrişan li hemberî xwe dibînin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
PÊNGAVA “DEM DAMA AZADIYÊ YE” HEMÛ HÊVIYÊN AKP-MHP’Ê TÊK BIRIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi berdewamî da zanîn ku xwedîderketineke mezin ji bo pêngavê heye.

Pêngav derketineke mezin bû, hemû hêviyên AKP/MHP’ê şikand.

Ditirsin ku tavilê şikestekeke mezin di nava wan de çêbibe.

Bêguman potansiyela pêngavê mezintir e.

Wê çalakiyên dewlemendtir werin pêşxistin û divê werin pêşxistin jî.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
PDK HÊVIYA XWE BI AKP/MHP’Ê VE GIRÊDABÛ LÊ EW ÇIYAYÊN HÊVIYÊ HILWEŞIYAN

Mijareke din ku Dûran Kalkan li ser sekinî jî hevkariya PDK’ê ya bi desthilatiya faşîst a AKP/MHP’ê re bû.

PDK hêviyeke mezin ji desthilata faşîst a AKP/MHP’ê dikir.

Lê belê ew çiyayên hêviyê yeko yeko hildweşin.

Dewleta Tirk pir zêde PDK’ê beralîkir, lê PDK zêde teşhîr bû.

PDK hê jî li gorî hêzên derve tevdigere û li hemberî PKK’ê di pozîsyona şer de ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
PÊNGAVA ME LI HEMBERÎ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ DIKARE BI SER BIKEVE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, herî dawî jî bal kişand ser têkoşîna tê kirin.

Em têkoşîneke mezin dimeşînin û serketinên dîrokî bidest dixin.

Ya ku têk biçe wê paşverûtî be, faşîzm be, qirkirin be!

Ev pêngava me di meha sibatê de, li hemberî komployê dikare serketinê bidest bixe.

Divê herkes ji niha ve li gora vê xwe amade bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv