Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: Pêngava KCK`Ê, pêngava serkeftinê ya li dijî faşîzma AKP-MHPÊ ye 15.09.2020

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
PÊNGAVA KCK’Ê, PÊNGAVA SERKEFTINÊ YA LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji bernameya Ulkeden a Medya Haberê re axivî.

Dûran Kalkan bi giranî li ser pêngava KCK’ê ya “Dem dema Azadiyê ye” rawestiya.

Kalkan dibêje, bi berxwedana zindana Amedê çawa xeta faşîzmê hat têkbirin, wê ev pêngav jî faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe.

Dûran Kalkan ji Kurdistanî û derdorên Demokrat hemûyan xwest ku beşdarî pêngavê bibin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya Ulkeden a Medya Haberê de li pêngava “ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re bes e, dem dema pêkanîna azadiyê ye”, nirxand.

Kalkan bal kişand ser faşîzma AKP-MHP’ê û got: Li her derê faşîzmê belav dikin. AKP-MHP û Ergenokonê îtîfaq kiriye û faşîzmê pêş dixin. Faşîzm gihandine asta herî jor. Armanca pêngava me jî, têkbirina vê faşîzmê ye.

Kalkan desthilatdariya AKP-MHP’ê wekî şopdarên darbekarên 12’ê Îlona 1980″ê nirxand û got: Îdolojiya faşîzma 12’ê îlonê, xeta Tirk-Îslamê bû. Lê berxwedana zindanê Amedê ew xet têk bir. Niha jî, ev pêngava KCK’ê da destpêkirin jî, wê faşîzma AKp-MHP’ê têk bibe.

Duran Kalkan anî ziman ku pêngava KCK’ê xwe dispêre xeta berxwedana zindana Amedê û pêngava gerîla ya 15’ê tebaxê û got: Ev pêngava serkeftin û moralê ye. Azadiya Rêber Apo û jiyana azad, bi şikandina pergala Îmralî, bi hilweşandina faşîzm û têkbirina dagirkeriyê pêkane.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk jî rexne kir û got: Me bang li PDKê kir. Me xwest hêzên PDK’ê li dijî dagirkeriyê li cem berxwedanê cih bigirin. Lê em dibînin li cem dewleta Tirk a dagirker cih digirin.

Duran Kalkan dijminahiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan destnîşan kir û got: Hebûna me wekî sedem nîşan didin. Lê ew şaşiyeke mezin e. Ma rewşa li Efrîn û Serêkaniyê nabînin. Qedera hemû parçeyan girêdayî hev e. Nabe ji bo parçeyekî, parçeyên din pêşkeşî qirkeran were kirin.

Kalkan careke din girîngiya Yekitiya Netewî anî ziman û got: Bi dagirkeriyê nabe ku hevkarî û îtîfaq bên çêkirin. Tirkiye bi têkçûnê re rû bi rû ye. Pêwistî bi yekitiya netewî heye. Bila hêzên Kurd kom bibin û kongreya netewî pêk bînin. Em wekî PKK amade ne, pêwistiyên biryarên kongreyê bicih bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv