Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan: Xetere mezin in, pêwîstî bi yekîtiya netewî heye 16.09.2020

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
BAŞÛR NE MECBÛRÊ TIRKIYÊ YE, BEROVAJÎ TIRKIYE MECBÛRÊ BAŞÛR E

Dewleta Tirk ji gelek aliyan mûxtacê Başûr e.

Bi dagirkeran re tifaq tê kirin.

Dibêjin em lawazin, dewleta Tirk bihêze.

Ev ne rast e.

Yê lawaz û ber bi hilweşandinê ve diçe tifaqa faşîst a AKP-MHP û dewleta Tirk e.

Başûr ne mecbûrî dewleta Tirk e.

Ev nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan e.

Dûran Kalkan li dijî dagirkeriyê îşaret bi girîngiya Kongra Netewî kir û got:

Eger kongreyek kom bibe, pîvanên neteweyî deyne, eme wekî PKK’ê pêwistiyên wê bi cih bînin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
TEVÎ BANG Û HEWLDANAN ME HÊZÊN PDK’Ê LI CEM XWE NEDÎTIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya Ulkeden a Medya Haberê dagirkerî û xetereya heyî nirxand û bal kişand ser girîngiya yekîtiya netewî.

Kalkan ji ber hevkariya bi dagirkeriya Tirk re bi zimanekî tûnd PDK rexne kir û got: PDK dibêje bila PKK ji başûr derkeve. Nabe partiyek ji bo partiyeke din fermanê bide. Em ji bo parastina hemû Kurdistanê têkoşînê didin. Me berdelên mezin dan û didin. Me li dijî dagirkeriyê bang li hêzên PDK’ê kir. Lê belê me ew li kêleka xwe nedîtin.

Duran Kalkan îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk kir û got: PDK radibe PKK sûcdar dike. Ji bo dagirkeran ti tişt nabêje. Ma qet sûcên dagirkeran nîne? Ma li Efrîn, Serêkanî, Heftanîn û Xakûrkê ti sûcê dagirkeran nîne? Cîhan pesnê têkoşîna ciwanên Kurd dide, lê PDK radibe ciwanên Kurd sûcdar dike.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
BAŞÛR NE MECBÛRÊ TIRKIYÊ YE, BEROVAJÎ TIRKIYE MECBÛRÊ BAŞÛR E

Endamê komîteya rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi bîr xist ku Tirkiye ji gelek aliyan mûxtacê Başûre û got: Bi dagirkeran re tifaq tê kirin. Dibêjin em lawazin, Tirkiye bihêze. Ev ne rast e. Yê lawaz û ber bi hilweşandinê ve diçe tifaqa AKP-MHP û dewleta Tirk e. Başûr ne mecbûrê Tirkiyê ye.

Duran Kalkan xetereya li dijî destketiyên Kurdan destnîşan kir û got: Mesele ne pirsgirêk û ne lihevkirineke di navbera PDK’ê û PKK’ê de ye.

Divê nêzîkatiyeke rast were nîşandan. Pirsgirêk ewe ku wê demokrasiya Kurd û siyaseta wê çawa bibe û çawa şekil bigire, wê yekîtiya demokratîk a Kurd çawa pêk were. Mijar gelek cidiye û divê herkes bi vê cidiyetê nêz bibe”.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
XETERE MEZIN IN, PÊWISTÎ BI YEKITIYA NETEWÎ HEYE

Têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî Duran Kalkan vê dibêje: Partiyek radibe ji partiyeke din re dibêje Kurdistanê terk bike! De başe wê biçe kûderê? Eger hemû partî ji hev re wisa bibêjin, wê yekîtî çawa pêk were? Wê demokrasiya Kurd çawa sazbibe? Her wiha wê siyaseta demokratîk çawa pêşbikeve? Xetereyên cidî hene. Pêwistî bi yekitiya netewî heye. Eger kongreya netewî kom bibe, prensîban, hiqûqa partiyan û hevdîtinan zelal bike, emê wekî PKK pêwistiyên wê bi cih bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv