Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Xwestin PKK, Rêber APO û netewa Kurd ji holê rakin 01.10.2020

 

SALVEGERA KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ
KALKAN: XWESTIN PKK, RÊBER APO Û NETEWA KURD JI HOLÊ RAKIN

Bi rasthatina salvegera 22’an a Komloya 9’ê Cotmehê, endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, nirxandineke berfereh kir.

Dûran Kalkan 9’ê Cotmehê weke tevgera astengkirina hewldana çareseriya pirsgirêka Kurd binav kir û got:

Bi rêya komployê pêşî xwestin PKK’ê, rêbertiyê û hebûna netewa Kurd ji holê rakin.

9’ê Cotmeha sala 1998’an bi derxistina Rêber Apo ji qada Rojhilata Navîn, komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê destpêkir..

Bi rasthatina salvegera 22’an a vê rojê, Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî..

Kalkan bi bîr xist ku komplo ji aliyê hêzên cîhanî ve hate amadekirin û rola dewleta Tirk wiha pênase kir:

Ti pêwendiya Tirkiyê bi plankirina komployê re nîne. Ew tenê ji bo armanca hêzên komploger hat bikaranîn. Di vî warî de jî tenê rola gardiyanan dan Enqerê.

Hêzên ku ji dîrokê ve hiştin ku doza gelê Kurd veguhere pirsgirêkê û li pêşiya hewldanên çareseriyê bûn asteng, bi xwe komplo birêve birin.

Siyaseta qirkirinê ya dema şerê cîhanê yê yekemîn li hemberî Ermenî, Asûrî û Suryaniyan pêk anîn, li dijî Kurdan jî lê bi awayekî hê rêxistinkirî dûbare kirin.

Bi vî awayî xwestin bi rêya komploya navneteweyî, pêşî li hewldanên çareseriyê bigrin.

Bi taybet jî xwestin PKK’ê, rêbertiyê û hebûna netewa Kurd ji holê rakin.

Êşkenceya ku 22 salin li Îmraliyê dewam dike jî berdewama armanca komplogeran e.

Duran Kalkan diyar kir ku yek ji sedemên pêkanîna komployê jî pêşîlêgirtina li bandora PKK’ê ya li ser rewşa herêmê bû û wiha dewam kir:

Serkeftina têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê wê bi her awayî rê li ber demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn vekirana. Pergala sermayadar jî ji vê yekê pir tirsiya. Lewma encama weha wê pêşî li planên wan bigirtana.

SALVEGERA KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ
KALKAN: GELÊ KURD BI LEHENGÎ LI BER HÊZÊN KOMPLOGER RABÛ

Duran Kalkan bi bîr xist ku tevahiya 22 salên derbasbûyî, gelê Kurd bi lehengî li ber êrişa hêzên komploger rabû û wiha got:

Zanîstiya Rêber Apo, rêbaza wî ya têkoşînê û hêza wî ya pêşdîtinê, hişt ku komploger bisernekevin.

Di pêvajoya destpêkê ya komployê de jî xeta fedayî ya qehremanên pêngava “Hun nikarin roja me tarî bikin” peyam da van hêzan ku ew ê negêhjin armancên xwe.

Berxwedana gerîlla û gel nîşan dayî, berdewamiya xeta 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv