Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Duran Kalkan:Eger şerek nû li herêmê rû bide wê PKK berpirsiyar nebe

 

DURAN KALKAN: EGER ŞEREK RÛ BIDE, WÊ BERPIRSIYAR NE PKK BE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê doh bi daxuyaniyekê hişyarî da ku dewleta Tirk bi peydakirina şerê di navbera wan û PDK’ê de hewl dide herêma Qendîlê dagir bike..

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan jî ragihand ku plana mijara gotinê ji aliyê Tirkiyê û Amerîkayê ve hatiye amadekirin û wiha got:

Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin. Divê were zanîn, eger şerek rû bide wê PKK’ê ne berpirsiyar be.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, doh ji Televizyona Medya Haberê re axivî..

Yek ji mijarên sereke yên Kalkan, veguhestina hêzên PDK’ê ji bo devera Wertê ya girêdayî Qendîlê bû.

Kalkan tevgera PDK’ê li herêmê weke alozî binav kir û ev nirxandin kir:

PDK sala 2019’an jî hewl da bi heman şêweyê li herêma Biradost û Xinere baregehên xwe çêbike. Lê piştî hişyariyan helwesteke di cih de nîşan da û gav bipaşve avêt.

Duran Kalkan armanca ji komkirina hêzên PDK’ê li Wertê jî wiha şîrove kir:

Ya tê kirin, jiholêrakirina aramiya Qendîlê ye. Ev plan ji aliyê dewleta Tirk û Amerîkayê ve tê birêvebirin.

Baregeha li Wertê sedema şer e û yên rê li ber vê aloziyê vekir, ne em in.

Hêvî û bendewariya me ew e ku PDK’ê ji vê rêyê dûr bikeve. Çawa ku di mijara Bradostê bi berpirsiyarî tevgeriya, em dixwazin niha jî bibe xwedî heman helwest..

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, berovajî vê helwestê, hişyarî da ku wê şer rû bide û wiha dewam kir:

Tevgera li gorî daxwazên dijminên gelê Kurd, ji berjewendiyên neteweyî û doza Kurdistanê dûre.

Nêzî 20 salan e li wê herêmê gerîlla bi cih bûye. Di encama peymanekê de yekîneyeke pêşmergeyên YNK jî li wir xebatên xwe birêve dibe.

Di nava 20 salên derbasbûyî de PKK’ê li vêr herêmê ti carî li hemberî tevgera PDK û YNK’ê nebû asteng.

Ti carî hêzên PDK’ê li wir bicih nebibûn. Başe çima niha tiştekî wiha dikin?

Çima PDK’ê hêzên xwe anîn wir?

Çima YNK’ê li hemberî hatina hêzên PDK’ê nebûn asteng?

Gelo ya tê kirin encama lihevkirinekê ye?

Di encamê de ya tê kirin provokasyon e û rê li ber şerê di navbera Kurdan de vedike.

PKK’ê wê vê yekê ti carî qebûl neke. Emê xwe biparêzin.

Di heman demê de em ê nebin aliyekî şer. Eger hat û li vê herêmê şer qewimî jî wê berpirsiyarî ne ya PKK’ê be..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv