Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ebru Gunay: Bêhna civakê teng bûye û êdî berjêrçûyina AKP-MHP dest pê kiriye 02.01.2021

 

BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
BÊHNA CIVAKÊ TENG BÛYE Û ÊDÎ BERJÊRÇÛYINA AKP-MHP DEST PÊ KIRIYE

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay ji ajansa Mezopotamya re axivî û bûyer û pêşketinên salekê nirxand.

Ebru Gunay diyar kir ku siyaseta şer, zext û êrişan a desthilatdariya AKP-MHP’ê krîza siyasî, aborî û civakî kûr kiye û got:

Êdî desthilatdarî gihişte asta nikaribe welêt rêve bibe. Îstifa û hewldanên îstifa yên nava hukumetê jî mînaka vê ne. Her ku diçe bêhna civakê teng dibe. Tehamula li hemberî krîza aborî, xizanî, êriş, zext, girtin, binçavkirin, êşkence, taciz û tecawizê namîne. Êdî ji bo AKP-MHP’ê ber bi jêrçûyinê dest pê kiriye.

BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
JI BO ME Û JINAN 2020 BÛ SALA BERXWEDANÊ

Berdevka HDP’ê ji aliyê partiya xwe, mûxalef û bi taybetî têkoşîna jinan ve, 2020 wekî sala berxwedanê nirxand û wiha pêde çû.

Ji hemû aliyan êrişê me kirin. Tevî Leyla Guven û Musa Farisogullari bi sedan hevalên me girtin. Şaredariyên me desteser kirin. Lê belê me tevahiya salê li berxweda, hêza xwe mezin kir û rêxistiniya xwe berfireh kir. Riya çareseriya alternatîf nîşanê gelan da. Me îspat kir ku, nikarin HDP’ê bêdeng bikin.

BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BERPIRSYARIYA TEVAHIYA CIVAKÊ YE

Ebru Gunay tecrîdkirina Rêber APO, wekî tecrîdkirina aştiya Tirkiyê nirxand û got: Helbet dema mirov tecrîd dibêje birêz Ocalan tê bîra mirov. Lê ev tecrîd bandor li tevahiya civaka Tirkiyê dike. Bandorê li siyaseta hundur û derve ya Tirkiyê dike. Lewma têkoşîna li dijî tecrîdê, êdî berpirsyariya tevahiya civakê ye.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay anî ziman ku ewê di sala nû de jî têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê, hewldana ji bo çareseriyên pirsgirêkan û ji bo pêşxistina îtifaqa Kurdistanê ya Bakur bidomînin û banga têkoşîna hevpar kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv