Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Efsaneya Football a cîhanê yê Arjantînî Diego Maradona ji cîhanê koç kir

 

Diego Maradona, efsaneyê futbolê jiyana xwe ji dest da.

Lîstikvanê Arjantînî, bêhejmar serkeftin û gol li dû 60 salê xwe hişt;

Lê ew, herî pir bi gola xwe ya sala 1986’an ku qasî 60 metre bi tena serê xwe topê ji 5 lîstikvanên Tîma Îngilîstanê derbas kir û gihîştan qelê bû nemir.

Efsaneya Futbolê, Dîego Maradona di 60 saliya xwe de koça dawî kir..

30 Cotmeha sala 1960’î Dîego Maradona li Başûrê paytexta Arjantînê Buenos Aires di nava malbateke xizan ji dayîk bû..

Hê di 17 saliya xwe de weke lîstikvanê tîma milî ya Arjantînê hate hilbijartin, lê ji ber temenê xwe ê biçûk, tevlîbûna wî hate astengkirin.

Sala 1981’ê derbasî tîma Boca Juniorsê bû..

Ji ber jîrbûna wî, di navbera salên 1982-1984’an transferî tîma Spanyayê Barcelonayê bû û wê demê weke yek ji strêkên futbolê mohra xwe li dîrokê da..

Li pey van salan û di nava demeke kurt hêjayî pênaseya efsaneya futbolê hate dîtin..

Ji wê demê ve her tîma ku Maradona cihê xwe di nav de digirin, dibû şampyon..

Li gel efsaneya Brazîlyayê Pelê, weke baştirîn lîstikvanê futbolê yê sedsala 20’an hat hilbijartin..

Ji bo Maradona pêvajoya herî girîng, Kupaya Cîhanê ya sala 1986’an bû..

Lewma di maça fînalê de, tîma Arjantînê bi pêşengiya wî, Almanya Rojava 3-2 têk bir û bû şamyona cîhanê..

Di wê kupayê de herî zêde bû bûyeran navdar bû..

A yekê, dema maça li gel Îngilîstanê gola bi destê xwe avêtî û paşê ev yek weke “destê xwedê” binavkkir..

A duyemî de bi tena serê xwe top bi qasî 60 metroyan kontrol kir û gol avêt kaleya rikberê xwe..

Federasyona Futbolê ya Cîhanê ev gola Maradona weke baştirîn golê sedsalê binav kir..

Piştî vê pêvajoya tije serkeftin, sala 1991’an ji bo Maradona dema herî zor destpêkir..

Ji ber bikaranîna wî ya Kokaînê demeke ji cîhana sporê dûr ket..

Lê di encama biryardariya wî de karîbû bi rehetî xwe ji vê aloziyê xelas bike û vê carê weke dîrektorê teknînkî vegeriya..

Li gel sporê, Mardona bi helwesta xwe a siyasî jî gelek caran ket rojevê..
Ew yek ji dilsozên Che Guvara û Fîdel Kastro bû..

Her gavê xwe weke dijberê emperyaqlîzma Amerîkayê binav dikir..

Herî dawî îsal piştî ku rojbûna xwe a 60’î pîroz kir ji nişkê ve nexweş ket..

Dema ew rakirina nexweşxaneyê hat tesbîtkirina ku di mejiyê wî de xwîn kom bûye…

Demek dirêj li beşa lezgîn hate ragirkirin û piştî ameliyatê doktrên wî ragihand ku rewş ber bi başiyê ve diçe..

Tevahiya rojên li nexweşxaneyê, hezkiriyên Mardarona her di nobetê de bûn..

Li gel hewldanên doktoran jî, efsaneya futbolê Diego Maradona bi temamî nekarî ji nexweşiyên xelas bibe û doh çavên xwe li jiyanê girtin..

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv