ŞANDEYA KNK’Ê LI BAŞURÊ KURDISTANÊ YE
EHMED KARAMÛS: ARMANCA ME YA SEREKE PÊŞÎGIRTINA ŞERÊ NAVA KURDAN E
Ev demake Şandeya KNK’ê li Başûrê Kurdistanê ye.
Şande li hola Sînemaya Salim a Silêmaniyê, bi çapemeniyê re civiya.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeramûs li vir axivî û diyar kir ku, di vê serdana xwe de bi gelek aliyan re civiyane û hemû alî jî bi kêfxweşî ew pêşwazî kirine.
Ehmed Qeremûs, bal kişand ser sê armancên esasî yên di hevdîtinan de û wiha rêz kir:
Hêzên gerîla û pêşmerge vegerin cihên xwe yên berê, hemû pirsgirêk bi guftogo û nîqaşê çareser bikin û pêşî li şerê navxweyî bê girtin.
Hevserokê KNK’ê anî ziman ku di hemû hevdîtinan de, nêzîkatiyên erênî hebû.
Lê ji ber rewşa aloz a li herêmê şandeya wan nekariye li gel PKK’ê bicive.
PKK bi peyamekê aniye ziman ku ji bo çareseriyê amade ne.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeramûs têkildarî sedemên aloziya di navbera pêşmerge û gerîlayan de jî ev nirxandin kir:
“Dewleta Tirke, bi pîlan û stratejiya xwe dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de dawî li van aloziyan bê anîn. Û em bang li aliyan dikin ku li ser maseya guftûgoyê rûnin.”