Li herêma Kurdistanê gelek alî hene ku ji tifaqa di navbera PDK û dewleta tirk de heyî nerehet in.
Nerazibûnên dijî vê tifaqa ku her roja diçe bi gelê Kurd û bi destkeftiyên gelê herêmê dide wendakirin zêde dibin.
Li ser vê mijarê siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî ji ajansa Rojnewsê re axivî.
Kerîmî da zanîn ku lihevkirina li ser Şengalê ya di nabera PDK, Bexda û dewleta tirk de amadekariyê dagirkeriya Şengalê ya ji hêla dewleta tirk e.
Nerazîbûnên li dijî peymana di navbera PDK, Bexda û dewleta tirk ya li ser Şengalê hatiye îmzekirin her ku diçe zêde dibin.
ev peymana ku bi her awayî îradeya gelê herêmê tine li gor daxwaza û erêkirina dewleta tirk hatiye amadekirin.
li ser mijarê Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî di hevpeyvîna xwe li gel ajansa nûçeya a Rojnewsê bal kişand ser tifaqa di navbera PDK’ê û dewleta tirk.
Kerîmî di axaftina xwe de bal kişand ser tekîliya di navbera malbata Berzanî û dewleta tirk de heyî û wiha axifî
Kerîmî da zanîn ku ev peymana di navbera PDK, Bexda û dewleta tirk de hatiye îmzekirin ji bo dagirkirina Şengalê ava pêşîne û got: