Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Elmanya ji bo Erdogan wê hê jî gemiyên binderyayî hilberîne? 31.10.2020

Partiya Keskan ji bo projeya hevpar a hilberandina gemiyên binderyayî ya Elmanyayê û rejîma Erdogan were rawestandin hewl dide ku ji Meclîsa Federal biryarê derxîne.

Sibata bihurî di merasîmekê de ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp tevlê bûbû gemiyeke binderyayî ya bi navê Pîrî Reîs li Tersaneya Golcukê berdabûn ser birkekê. Di serî de Erdogan û rayedarên Tirk ev gemî bi rengê ‘binderyaya me ya pêşî ya xwecih’ didane naskirin. Medyaya AKP’ê demeke dirêj manşêtên weke, ‘Şanaziya me ya milllî’ û ‘Qelbî ASELSAN’ dabûn.

Lê parçeyên binderyayên Tirk ku plansaziya wê dihate kirin ku heta 2027’an 5 hebÊ din jî werin hilberandin li bajarê Kîelê ya Elmanyayê bi projeya hevpar a bulunan ThyssenKrupp Marine Systems (TKMS) tê hilberandin. Bi ser de dewleta Elman ji bo ku binderyayan hilberîne garantîya krediyê ya bi navê Hermes jî abû TKMS’ê. Kredî û garantiya veberhênanê ya Hermesê di rewşeke wiha de ku hevkarên kar ên biyan nikaribin pereyan bidin zirara îxracatê ya şîrketên Elman dide.

Li gel krîza û rageşiya bi rejîma Enqerê re hikûmeta Merkel krediyên Hermes yên ji bo şîrketên ku bi Tirkiyê re kar dikin ranekir, binderya jî bi vî rengî bi cihêkariyê wê bihatana hilberandin. Ji bo rawestandina projeya mezin ku hilberandina 6 binderyayan vediherîne û piştî ku hikûmeta Elman 2009’an destûr dabû destpê kiribû.

Li gorî agahiyên ku kovara Der Spîegelê ji kanên nêzî Keskan standî, ji bo ku gemî teslîmî dewleta Tirk neyên kirin li organên partiyê pêşnûme hatiye hazirkirin. Tê payin ku heftiya pêşiya me pêşnûme li Meclîsa Federal were nîqaşkirin, di pêşnûmeyê de tê gotin ji ber sedema dagirkeriya Tirk a li ser Bakurê Sûriyê û hem jî ji ber binpêkirna mafan a rejîma Erdogan divê bazirganiya binderyayî raweste.

Katja Keul ku pispora ewlehiyê ya Keskan e derheqê pêşnûmeya ku hatî hazirkirin got, “Helwesteke bê berpirsyarî ye ku Elmanya binderyaya bide Erdogan ku ji aliyekî ve gefê li endama NATO’yê Yewnanîstanê dixwe û li aliyê dî li welatê xwe mafê mirovan binpê dike, dewleta hiqûqê û demokrasiyê tine dihesibîne.”

Tê gotin li gel Partiya Çepgir ku li meclîsê koma wê heye her wiha beşek ji hevkarê hikûmeta koalîsyonê Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) jî wê destkê bide Keskan. Mirov ji daxuyaniyên serokê komê Rolf Mutzenîch dikare fêhm bike ku heta niha li ser daxwaza rawestandina bazirganiya çekan a li gel desthilata Erdogan bêdil be, helwesta xwe guherandiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv