Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Elmanya keştiyek şer şand deryaya Spî

 

Tevî ambargoyê jî dewleta Tirk navber nade şandina çete û çekan a ji bo Libyayê.

Yekîtiya Ewrupa ji bo pêşî li vê yekê bigre di nava hewldanan de ye.

Almanya îro keştiyeke şer tevî 250 eskeran dişîne Deryaya Spî.

Ev keştî wê li peravên Deryaya Spî ji 3 milan ve kontrolê bike û pêşî li şandina çete û çekan bigre.

Li Lîbyayê, ji bo dawî li şer were anîn, Neteweyên Yekbûyî biryara qedexeya şandina çekan dabû.

Tevî vê yekê jî, şandina çekan ranewestiya, û bi taybetî dewleta Tirk piştgiriya xwe ya bi çekan û çeteyan ji bo hêzên hikûmeta El-Wîfaq dewam kir.

Yekîtiya Ewrupa jî, ji bo pêkanîna biryarên navneteweyî yên di vê mijarê de hatin girtin hewldanên xwe didomîne.

Di 7ê Gulana derbasbûyî de, Brukselê projeya “Êrênî” da destpêkirin.

Di çarçoveya vê projeyê de, Almanya îro keştiyeke şer tevî 250 leşkeran dişîne Deryaya Spî.

Hêzên deryayî yên Elmanyayê ragihand ku li gorî planê ev keştî heta 20 Kanûnê wê li deryaya spî bimîne.

Ev hêz wê li peravên Deryaya Spî ji 3 milan ve kontrolê bike ka biryara qedexeya şandina çekan pêk tê yan na.

Di vê çarçoveyê de bi peykên li ezmanan jî wê livûtevgerên li dijî qanûnên navneteweyî li deryayê û bejahiyê bên tesbîtkirin.

Ev hewldanên bidawîkirina şer li Lîbyayê, herî zêde dewleta Tirk ne rehet dikin.

Wezîrê karê dervê yê Tirkiyê, Mevlüt Çavuşoğlu, heftiya borî careke din nerazîbûna welatê xwe li hemberî projeyê anî ziman.

Çavuşoğlu îdîa kir ku armanca projeyê tenê kontrolkirina keştiyên Tirkiyê ye, û bi piştgiriya Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê tewanbar kir.

Bi vê helwesta xwe ya li dijî projeyê, Enqere rola xwe ya xirab di şerê Lîbyayê de, cereke din radixe pêş çavan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv