Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Emmanuel Macron: Divê Erdogan sozê bide ku ewê dawî li aloziyan bîne

 

Serokê Fransayê Emmanuel Makron li ser aloziya li herêma Derya Spî careke din îşaret bi rola dewleta Tirk kir..

Makron ji bo çareserkirina rewşê ev peyam da:

Divê beriya her tiştî Erdogan eşkere sozê bide ku ew ê dawî li aloziyê bîne..

Doh têkildarî rewşa aloz a li rojhilatê Derya Spî, di navbera serokê Fransayê Emmanuel Makron û şefê rêjîma Tirk Erdogan de pêwendiya telefonî pêk hat..

Li ser naveroka pêwendiyê Qesra Elîzyayê daxuyaniyek da..

Li gorî vê,

Di pêwendiyê de Makron ji Erdogan xwestiye ku dewleta wî aloziya Derya Spî ya li gel endamên Yekîtiya Ewrûpayê, Yûnanistan û Qibirsê bidawî bike..

Serokê Fransa her wiha bang li dewleta Tirk kir da ku rêzê nîşanî serweriya endamên Yekîtiya Ewrûpayê û huqûqa navneteweyî bide..

Emmanuel Makron di axaftina xwe a civata 75’an a Neteweyê Yekîbyî de îşaret bi heman mijarê kir û wiha got:

Divê were zanîn ku ti hewldana pêkanîna aştiyê bi gefan nabe.

Divê Erdogan bi awayekî zelal sozê bide ku ew ê dawî li aloziyê bîne..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv