ÊRIŞÊN LI DIJÎ EYN ÎSAYÊ
ENCAMA BERXWEDANÊ; ÇETEYÊN DEWLETA DAGIRKER BI HEV KETIN
3 mehên dawiya sala 2020’an dewleta tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêma Eyn Îsa zêde kirin.
Mexseda dewleta tirk hem berfirehkirina dagirkeriyê hem jî ji hev de xistina rêveberiya xweseriya demokratîk e.
Bi van êrişên xwe dixwaze dor li Kobanê ya berxwedêr bigre.
Di van êrişan de heta radeyeke erêkirina Rûsyayê jî heye.
Rûsya van êrişan ji bo siyaseta xwe dixwaze bike zemîn ango dixwaze li Eyn Îsa hikûmeta Şamê serwer be.
Lê li Eyn Îsa ya ku tifaqa stratejîk di nava gelê kurd û ereb de heye, li dijî êrişan û vê siyasetê berxwedan bi pêş dikeve.
Di encama berxwedanê de êrişên çeteyên bi ser dewleta tirk hatine şikandin.
Şervanên QSD’ê bi derbên xwe çete ji hev de xistine.
Di encama vê berxwedanê de nakokiyên di nava çeteyan de jî zêde bûne û bi hev ketine.
Di dawiya salê de koma çete Hurras El Dîn êrişî baregeha rûsan kir.
Ev baregeh di navbeta Eyn îsa û Reqayê de li texma Til Semîn e.
Bi êrişê re helwesta Rûsyayê hêj neguherî ye lê heta kengî wê vn êrişên dewleta tirk biqultîne jî ne diyar e.
Li aliyê din li gel êrişên li ser Eyn Îsa êrişên li ser rêya M4 jî zêde bûne.
Ev rê ji Til Koçer ku li sînorê Iraqê ye dest pê dike.
Di Qamişlo, Hesekê, Til Temir, Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê, Minbic, Efrîn, Halep, Idlîb û Lazqiyê re derbas dibe û xwe digihîne Derya Spî.
Rêyeke stratejîk e û dewleta tirk bi çeteyên xwe ve dixwaze vê rêyê bixe kontrola xwe.
Lê hem berxwedana li herêma Eyn Îsa hem jî li ser rêya M4 kir ku heta niha dewleta tirk negihîje vê mexseda xwe.
Berxwedana dawiya 2020’an pêşî li vê pîlanê girt û wisa xuya ye ku wê sala 2021’an jî bi berxwedanê derbas bibe.