ENCAMÊN ANKETA KONDA’YÊ
TIFAQA FAŞÎST HELIYAYE MHP LI BIN BENDÊ YE HDP XURT BÛYE
Şîrketa lêkolînan KONDA di meha dawîn a sala 2020’an de anketek çêkir.
Li gorî anketa KONDA’ê rêjeya giştî ya dengên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li bin sedî 50 ye.
Partiya faşîst û şirîkê hikûmetê MHP jî li bin benda hilbijartinê dimîne.
Li Tirkiyê faşîzmeke reşetarî heye û yên fikra xwe beyna dikin tên girtin.
Tevî vê rastiyê jî kesên tevli anketê bûne ji wan ji sedî 10,7 gotiye wê dengê xwe bide HDP’ê.
Xwediyê KONDA’yê Bekir Agirdir diyar kir ku li gorî van encaman heke hilbijartineke pêşwext çênebe AKP wê nikaribe hilbijêrên di destê xwe de mihafaza bike.
Li aliyê din daraza bilind a tirk Yargitayê jî di 12’ê çileyê de sicîla partiyên siyasî eşkere kir.
Li aliyê din li gorî daneyên yargitayê endamên HDP’ê jî zêde bûne. Halîhazir bi awayekî fermî 40 hezar û 509 endamên xwe hene.
Di du hemên dawîn de 530 endamên nû li HDP’ê zêde bûne.
Hikûmeta tirk a faşîst 5 HDP’iyan digre li şûna wan 500 endamên nû qeyda xwe çêdike.