Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Desteya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Misirê Reca Elfayid: Roja ku Ocalan azad bibe wê li seranserê Misrê şahî pêk were 11.10.2020

 

KOMPLOYA NAVNETEWÎ YA LI DIJÎ RÊBAR APO
“ROJA KU OCALAN AZAD BIBE WÊ LI SERANSERÊ MISRÊ ŞAHÎ PÊK WERE”

Endamê Desteya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Misirê Reca Elfayid komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo weke deqeke reş a li nav çavê mirovahiyê bi nav kir û got: “Roja ku Ocalan azad bibe wê li seranserê Misrê şahî pêk were…”

Reca Elfayid bi boneya salvegera 22’yan a komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo, peyamek bi dîmen parve kir.

Reca Elfayid komploya navneteweyî weke deqeke reş a li nav çavê mirovahiyê bi nav dike û dibêje;

Roja ku Ocalan azad bide wê gelê Ereb li seranserî Misrê şahiya kêşfxweşiyê pêk bîne.

Siyasetmedarê Misrî wiha dewam dike;

”Pêwîste navê Abdullah Ocalan li bîra hemû gelan be. Weke kesayetek heskirî û ezîz, divê herkes têbikoşe ku Ocalan azad bibe û vegere nava gelê xwe û xelkê cîhanê.”

Endamê Desteya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Misirê Reca Elfayid, rola Rêber Apo ya ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn destnîşan dike û dibêje;

“Hejmarek rewşenbîrên Misrê ji bo azadiya Ocalan lijneyek ava kirine û wê timî di nava çalakiyan de bin heta ku azad dibe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv