Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamê Konseya Rêveber a KCK`ê Mûstafa Karasû: Dagirker dema xwe ya herî zehmet dijîn 29.09.2020

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
DAGIRKER DEMA XWE YA HERÎ ZEHMET DIJÎN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu ji bernameya Ulkedan a televîzyona Medya Haberê axivî.

Di rojeva Karasû da pêngava KCK’ê berxwedana gerîla a li dijî dagirkeriyê û darbeya li dijî HDP’ê hebû…

Mustafa Karasû qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê jî, wekî hewldana hildana tola DAIŞ’ê bi nav kir.

Û da zanîn ku rejîma faşîst a AKP/MHP’ê dema xwe ya herî zahmet dijîn..

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di bernameya Ulkeden a televîzyona Medya Haberê de li ser mijarên di rojevê de peyamên girîng dan.

Mûstafa Karasû di serî de pêngava “Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye” bi bîr xist û got: Ev pêngav ji bo 4 beşên Kurdistanê ye. Dagirker dema xwe ya herî zehmet dijîn. Lewma niha tam dema têkibirina wan û pêkanîna azadiyê ye.

Mustafa Karasû ji ber xwedî-derketina gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ya ji bo pêngavê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: Beşdariyeke baş heye. Divê were xurtkirin, da ku faşîzm û dagirkerî were têkbirin. Bila ev baş were zanîn, ku heta dagirkerî û faşîzm neyê hilweşandin, wê Kurd bi awayekî azad û demokratîk nejîn.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
GERÎLA LI HEMÛ QADAN LI BER XWE DIDE Û ROLA PÊŞENGIYÊ DIKE

Karasû hewldanên ji bo azadiya Rêber Apo jî destnîşan kir û bi taybetî ji bo jin û ciwana, banga beşdariya herî xurt a çalakiyan kir.

Mûstafa Karasû bal kişand ser berxwedana gerîla ya li hemû qadan û got: Gerîla bi awayekî fedaiyane li ber xwe dide û rola xwe ya pêşengiyê dilîze.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
DEWLETA TIRK DIXWAZE TOLA TÊKÇÛNA DAÎŞ’Ê JI HDP’Ê HILÎNE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê jî wekî xizmetkariya DAIŞ’ê nirxan dû got:

“Dewleta Tirk dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne. Ji ber ku çalakiyên 6-7-8’ê Cotmehê gelekî girîngin. Ji bo çalakî bisekinin wê demê bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Niha jî rabûne HDP’yîyan digirin. Ya rast daxwaza wan ewe ku HDP’ê tasfiye bikin.”

Karasû banga xwedî-derketina HDP’ê li hemû Kurdistanî û hêzên demokratîk jî kir.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
PDK BI HEVKARIYA DEWLETA TIRK RE DIBÊ ŞIRÎKÊ QIRKIRINA KURDAN

Mustafa Karasû ji ber hevkariya bi dagirkeriya dewleta Tirk re, bi zimanekî tûnd PDK rexne kir û got:

“PDK dibe şirîkê qirkirina gelê Kurd. Niha li ser sînorê rojava xendekan dikole û îstîxbaratê kom dike. Dixwaze şoreşa Rojava têk bibe. Divê hemû gelê me vê rola PDK’ê bibîne û li dijî wê helwest deyne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv