ENDAMÊN DESTEYA PÊŞMERGEYAN A BAŞÛR
“BERÎ ERÊKIRINA PARLEMENTO PDK’Ê EV HÊZ ŞANDINE”
PDK sewqiyeta leşkerî ya ber bi qadên gerîlayên azadiya Kurdistanê ve didomîne..
Têkildarî vê mijarê endamên desteya Paşmêrgeyan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivîn.
Endamê desteyê û parlamenterê Tevgera Goran Rizgar Mihemed got:
Bêyî erêkirin û agahiya parlamentoya Herêma Kurdistanê şandina hêzê karesateke Û nabe careke din dîrok xwe dubare bike û şerê navxweyî çêbibe..
Endamê desteyê Ebubekir Helendî jî têkildarî liv û tevgera hêzên PDK’ê de wiha axivî û wî jî wiha got.
Armanca vê tevgerê ne parastina sînorê Kurdistanê ye.Eger şerek di nava hêzên Kurd e biqewime wê tenê wê hêzên dagirker jê sûd bigirin.