Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamên Partiya Yekîtiya Suryan çalakiya li Qamişlo dewr girt 18.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ENDAMÊN PARTIYA YEKÎTIYA SURYAN ÇALAKIYA LI QAMIŞLO DEWR GIRT

Ev der qada li hemberî Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişlo ye.

Bi pêşengiya ciwanên şoreşger konê çalakiyê bi Pêngava Dem Dema Azadiyê hatibû vedan.

Her roj bi sedan kes serdana konê çalakiyê dikin û beşdarî wê dibin.

Di roja 7’an de an go îro endamên Meclîs û Saziyên Girkê Legê û Çilaxa, Partiya Yekîtiya Suryan beşdarî çalakiyê bûn.

Li vê derê Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Çilaxa Sirûd Şimer, Endama PYDA Girkê Legê Yildiz Cemo û Endama Partiya Yekîtiya Suryan Nûra Hena axivîn.

Di axaftinan de bang li tevahiya Kurdistaniyan hat kirin, ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo rabin ser piyan.

Her wiha berxwedana girtiyên azadiyê li zîndanên delweta Tirk jî hat silavkirin.

Bi heman armancê li Hesekê jî çalakiya kon a ji aliyê ciwanên şoreşger ve hatibû destpêkirin, 7 roj li pey xwe hiştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv