Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

ENKS bi helwesta xwe pêşî li hevdîtinana digre 28.10.2020

 

LI ROJAVA LÊGERÎNA YEKRÊZIYA KURDÎ
ENKS BI HELWESTA XWE PÊŞÎ LI HEVDÎTINAN DIGRE

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzên Kurdî hevdîtinên yekîtiya netewî didomin.

Hêzên kurdî li gel ku ji bo yekîtiyê li hev kirine jî ji ber sekn û helwesta ENKS’ê hevdîtin li ser bingehek lawaz didome.

ENKS bi şertên ku dide pêş, helwesta wekî li dijî yekîtiyê israr bike, nîşan dide.

Her çend ENKS’ê dijberiya Şoreşa Rojava dike û li gorî ajandaya dewleta tirk û PDK’ê tevdigere jî rêveberiya xweser û sazûmaniya demokratîk ehemiyeteke mezin didin tevlibûna wan a ji bo hevdîtinan.

Ji bo hevdîtina di navbera aliyan de gelek hewldan çêbûn lê neçûn serî.

Di sala 2019’an de di 10’ê mijdarê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî bi rayedarên ENKS’ê re hevdîtinek kir.

ENKS’ê wê demê jî ji bo bi PYD’ê re rûnê hin şert danîn holê.

Piştî danûstandinan alî bi hev re rûniştin û dest bi hevdîtinên ji bo yekrêziyê kirin.

ENKS piştî hevdîtinan di 6″ê sibata 2020’an de li Kobanê buro vekir.

Piştî hêzên kurdî hatin gel hev rayedarên dewleta tirk xwe neqayil kir.

Wezîrê Karê Derve Mevut Çavuşoglu gel li ENKS’ê jî xwar û jê xwest hevdîtinan bi dawî bike.

Li gel van zextên dewleta tirk jî hevdîtin dewam kirin.

Di gulana 2020’an de ji bo hevdîtin bi rêk û pêktir dewam bikin

Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd PYNK hat avakirin û ew li ser navê sazûmaniya Şoreşa Rojava bi ENKS’ê re hevdîtinan domand.

Piştî hevdîtinên di nava heyetan de ên di 16’ê hezîranê de aliyan li ser peymana Duhokê ya sala 2014’an li hev kir.

Di cewhera peyman Duhokê de avakirina hêza hevpar û yekîtiya siyaseta kurdî hebû.

Koordînasyona Neteweya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyê SMDK’ê ku ENKS jî di nav de cihê xwe digre, ne kêmî dewleta tirk ew jî reaksiyoneke neyînî nîşan da.

Serokê SMDK’ê Nasr Ek Harîrîi, endamê ENKS’ê yê konseyê Hewas Egîd ji rêveberiyê derxist û li şûna wî endamekî Ereb bi cih kir.

Li gel van rewşên neyînî jî di hevdîtinên ji bo avakirina mekanîzmayeke hevbeş de jî PYNK û ENKS’ê li hev kir.

ENKS’a ku ji destpêka hevdîtinan bi ajandaya PDK û dewleta tirk tevdigere herî dawî ji bo xitimandina hevdîtinan ji PYNK’ê xwest perwerdeya kurdî bi dawî bibe û pergala hevserokatiyê jî rake.

Ev şertên ku destketiyên herî mezin ên şoreşê ne hedef dike, ji aliyê hemû kurdan ve rastî nerazîbûnan hat.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv