Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 NûçeJin

Erdal: Heke em dixwazin bi rûmeta xwe bijîn divê em ji berxwedan û şer re hazir bin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi leşkeran bi ser koguşên Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê ya Kocaeliyê de hat girtin. Di encama serdegirtina koguşan de alavên girtiyên jin hatin belavkirin û dest dan ser lênûsk û pirtûkên wan û hinek alavên wan ên taybet.

Do li Girtîgeha Jinê ya Gebzeya Kocaeliyê bi leşkeran bi ser koguşên jinên girtî de hat girtin. Li gor agahiyên malbatên girtiyên jin ên ku di encama hevdîtina telefonê de hat ragihandin, do di encama serdegirtina koguşan de alavên girtiyên jin hatin belavkirin û dest dan ser lênûsk û pirtûkên wan û hinek alavên wan ên taybet.

Binpêkirina mafan gelek in

Girtiyên jin ên ku bi leşkeran bi ser koguşên wan de hatin girtin diyar kirin ku zext û pêkûtiya li girtîgehan didomin û gotin binpêkirina mafan gelek in, her ku diçe zêde dibin û mudaxale li dijî vê yekê nayê kirin.

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv