Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Êrîşa li dijî Ermenistanê amadekariya şerê li dijî Îranê ye’ 12.10.2020

Çapemeniya Îqtîdarê wêneyên ku li Tabûra Ermeniyan a Nûbar Ozanyan a li Sûriyeya Demokratîk a Bakur û Rojhilat hatine kişandin wekî ku ji “Karabagê” hatine kişandin nîşan dan û serwîs kirin. Fermandarê Tabûra Ermeniyên Nubar Ozanyan Nubar Melkonyan, anî ziman ku armanca êrîşên li dijî Ermenistanê amadekariya êrîşên li dijî Îranê ne û wiha got: “Turkiye armanc dike ku Taliban bibe herêmê.”

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê di 27’ê îlonê de dest pê kir. Di şer de nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber Tirkiye piştgirî da Azerbeycanê, şer geş bû. Piştî civîna sê alî ya wezîrên derve yên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê li Moskowê di pêşkêşiya Rûsyayê de pêk hat, di 10’ê Cotmehê de Azerbeycan û Ermenîstanê agirbest îlan kirin. Li gel agirbestê şer didome. Tabûra Ermeniyan a Nubar Ozanyan a li Sûriyeya Bakur û Rojhilat, diyar kir ku Tirkiye komên paramîlîter ên li Sûriyeyê dişîne herêmê û û niha plana ku armanc dike ku Talibanê bişîne herêmê.
WÊNEYÊ MA’YÊ WEKÎ WÊNEYÊ KARABGÊ NÎŞAN DAN
Turkiye; îdea kir ku YPG/PKK’î şandine Ermenîstanê. Piştî vê yekê medya nêzî îqtîdarê wêneyên ku Ajansa Mezopotamya (MA) li herêma Rojava ji Tabûra Nubar Ozanyan a Ermeniyan kişandibû wekî wêneyên ku li Karabaglarê hatine kişandin nîşan dan. Rojnameyên îqtidarê yên wekî Yeni Akit, Star û Yeni Şafakê ku li Karabaglarê hatine kişandin nîşan dan. Li aliyê din Tirkiye hêzên çekdar ên bi pere ji Sûriyeyê dişîne herêma Azerbeycanê. Têkildarî mijarê Fermandarê tabûra Ermeniyan a Nubar Ozanyan Nubar Melkonyan, geşedanên heyî ji Ajansa Mezopotamya re nirxand.
‘GELÊ HERÊMÊ BI KOMKUJIYÊRE RÛ BI RÛ YE
Melkonyan, destnîşan kir ku Tirkiye bi hemû welatên herêmê re di nava şer de ye û wiha got: “Sedama mezin a bi welatên herêmê re dijminatiyê dike qeyrana abori ye. Tirkiye li rêbazên hêzan ê ku qeyranê derbas bike digere. Bi feraseta ‘Ez dikarim petrolê ji ku peyda bikim, ez dikarim ji ku xwe xwedî bikim, ez dikarim ji kîjan çavkaniyên petrol û xaza xwezyî sûdê bistînim û bibim xwedî par’ tev digere. Sedemek din jî bi xeyalê Osmanciyan tev digere. Îdeayên wan nijadperestî û tirkîtî ye. Heta niha tu kesan politikayên bi vî rengî pêş nexistine. Ev ne Nepal e, ne Komara Kongo ye û ne jî hikûmeta Kolombiya ye. Sedama vê yekê dixwaze wekî rêveberiya dewletekê xwe belav bike, dagir bike, desteser bike û hegemonyayê (serdestiyê) pêş bixe. Dixwazin van xeyalên xwe têxin meriyetê. Ev bi xwe re nijadperestiya Tirk û şovenizma Tirk pêş dixe. Gelê herêmê bi aqilê qatlîamê ya Tirk re rû bi rû ne. Gelê herême tev bi gefan re rû bi rû ye”
DAGIRKERÎ DIDOME 
Fermandar Melkonyan, destnîşan kir ku dagirkerî û komkuj ku bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, bi Libya, Yunanistanê berdewam kir û niha jî bi Ermenistanê didome. Tenê sira kesên di rêzê de nayê. Kesên ne di rêzê de jî dixin nava hesabê xwe. Ev yek li ser hev pêş dikeve. Ev ne tesadufî ye. Bi xeyalên tirkên ku li 7 parzemînan hespê xwe dibezînin tev digerin. Tirkiye ji nakokiyên di navbera DYA û Rusya de sûdê digire. Yê wan jî polîtîkayên wan ê pispor heye. Tu kes bi qasî Erdogan nikare hespê wan bibezîne. Xizmetkarekî pir baş e. Tirkiye bêyî NATO nikare tu êrîşan bike. Beyî DYA nikare tev bigere. DYA  tê wateya Îngiltere, Îsrail, Yekîtiya Ewropa û Almanya. Di meseleya Ermenîstan de jî wisa tev geriyan. Dixwaze bi rêya Azeriyan bêtir parek mezin bi dest bixe. Hedefa NATO ew e. “
PLANÊN LI DIJÎ ÎRANÊ NE
Melkonyan, bal kişand ser planên NATO û DYA yên li dijî Îranê û wiha lê zêde kir: “NATO û DYA armanc dike ku di ser Ermenîstanê de planên xwe yên li dijî Îranê pêk bîne. Piştî êrîşên li dijî Ermenistanê armanc dike ku êrîşî Îranê bike. Bi van êrîşan dixwaze êrîşî Îranê bike û deriyê wê veke. Rewşa Karabaxê nîşan dide ku armanc dike polîtîkayên belavbûnê pêş bixe.
DIJMINÊ HERÎ MEZIN Ê ERMENÎ Û KURDAN E
Melkonyan, herî dawî anî ziman ku di dîrokê de her tim dijminantiya Ermeniyan kiriye û piştre dijminantiya Kurdan kiriye û wiha bi dawî kir: “Dijminantiya Kurdan nû ye. Dema berê xwe dide Karabaxê Sûriyeya Bakur û Rojhilat ji bîr nakin. Bakur û Rojhilatê Sûriye di hesabê wan de heye. Gefên wan hêj didomin. Bi gotina terorê dixwazin hêza xwe ya li ser girseya xwe nû bikin. Vê yekê jî bi terorîzekirina daxwazên azadiyê pêk tîne. Niha li ser Talîban hesaban dike. Komên radîkal ên selefî û komên paramiliter birin sînorê Ermenîstanê. Herî dawî li gorî diplomatên Ermenî nêzî 4 hezar komên çekdar ên çete birin sînorê Ermenîstanê. Ji Suriyeyê anîn Dîloka Tirkiye û ji wir jî şandin Azerbaycanê. Bi balafirên şer birin Balafirgeha Gence. Tirkiye armanc dike ku Taliban jî bibe li sînorê Ermenistanê bi cih bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv