Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Zindî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrîşên Dewleta Tirk li ser gorên şehîdan

 

Zaniyarên Olî :” Kî bêdeng bimîne, gunehkar e”

Êrişa hovane ya li dijî gorên şehîdan di rojevê de ye.

Herî dawî doh hêzên dewleta Tirk a dagirker êrişî Şehîdgeha gundê Sîsê yê Licê kiribûn.

Alimên olî nerazîbûn nîşanî vê hovîtiyê dan û gotin, seyda-mele nikarin li hemberî vê hovîtiyê bêdeng bimînin.

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de dîsa bi hovîtî û dagirkeriya xwe ya li dijî gelê Kurd û nirxên wî di rojevê de ye.

Herî dawî hêzên delweta Tirk a dagirker careke din êrişî Şehîdgeha gundê Sîsê ya navçeya Amedê Licê kirin.

Kêlên gorên şehîdan parçe kirin.

Jixwe veşartina 261 cenazeyên şehîdên Xerza li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê li binê peyarê di rojevê de ye.

Seyda Zekî Korkmaz derheqê êrişan de axivî û wî jî destnîşan kir, ku cihê vê hovîtiyê di Îslamê de nîne.

Seyda Zekî li dijî vê zilmê û hovîtiyê banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.

Li dijî vê hovîtiyê, Kongreya Îslama Demokratîk, Platforma Heq û Edaletê, Komeleya Şêx Seîd, Komeleya Alimên Olî ya Stenbolê, Misilmanên Antîkapîtalîst ji Serokatiya Diyanetê ya Dewleta Tirk, Saziya Lêkolînê ya Îslamî ya Zanîngeha El Ezher li Misrê û Yekîtiya Alimên Misilman a Cîhanê re nameyek şandin.

Têkildarî naveroka nameyê Endamê KÎDê Emîn Ay êriş şermezar kirin

Emîn Ay diyar kir, ku wan ji saziyên din jî daxwaz kirine ku li dijî vê hovîtiyê bi erka xwe rabin.

Komeleya Huqûqzanên Azad jî têkildarî veşartina 261 cenazeyên şehîdên Xerza li peyarê lêkolînek kir û raporek amade kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, qanûn hatine binpêkirin û tavilê divê derheqê rayedarên berpirs de lêpirsîn were destpêkirin.

Her wiha hat xwestin, ku cenaze hemû radestî malbatan werin kirin.

Ev jî hatin dîtin

Murat Karayilan2

Stêrk Tv

Murat Karayilan:1’ê Hezîranê pêngava duyemîn a 15’ê Tebaxê ye

Stêrk Tv

Karayilan: Tişta ku civaka Kurd li ser piyan dihêle hêza jin e

Stêrk Tv

Meral Daniş Beştaş: Li dijî qanûna AKP ya zewaca tecawizkaran emê xebateke berfireh pêş bixin

Stêrk Tv

Qanûna AKP a tecwazkraên zarokên xelat dike

Stêrk Tv

Tirkiyê av weke çek li dijî welatên derdor bikar tîne

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!