Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrîşên Dewleta Tirk li ser Rojava

 

 

LI MINBICÊ TEQÎN PÊK HATIN
MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ: ÊRIŞ JI ALIYÊ MÎT’A TIRK VE HAT KIRIN

Vê sibê li Minbicê 2 teqîn pêk hatin.

Di encama teqînan de 2 sivîl birîndar bûn.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku teqîn bi destê MÎT’ê hatine kirin.

Li Minbicê 2 mayinek teqiya.

Ji ber teqînan 2 sivîl bi giranî birîndar bûn.

Têkildarî teqînê lêpirsînê dest pê kir.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku ev êrîş ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin.

Li aliyê din îro li navenda Efrînê jî teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 3 kes katin kuştin.

ARTÊŞA TIRK AGIR BI ZEVIYÊN TIL TEMIRÊ DIXE
ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ YÊN GUNDÊ UM EL- KÊF HATIN ŞEWITANDIN

Herwiha di saetên êvarî de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşê gundewarên Til Temîrê kirin.

Bi taybet, gundê Um El-Keyf hat hedef girtin.

Di saetên êvarî de jî êrişî gundên Til Leben û Gezeliyê kirin.

Ji ber bombebarana artêşa tirk û çeteyên wê zeviyên dexil û danên gundiyan şewitîn.

Di heman demê de balarifên şer ên artêşa tirk a dagirker li ser esmanê Eyn Îsayê firiyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv