Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrîşên Dewleta Tirk li ser Şengalê

 

SERDEŞTA ÇIYAYÊ ŞENGALÊ, KU BI HEZARAN ÊZIDÎ LÊ NE HAT BOMBEKIRIN

15’ê Hezîranê an go îro, dewleta Tirk a dagirker dest bi konsepteke nû ya qirkirinê li dijî gelê Kurd kir.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, Şengal, Mexmûr û Çiyayên Kurdistanê bombe kirin.

Li Şengalê dora kampa Serdeştê ya bi hezaran kes lê dimînin bû hedefa dagirkeran.

Tê gotin, di encama êrişê de birîndar hene.

Êrişa balafirên şer ên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Şengalê, Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li gorî saeta Kurdistanê saet 12’ê şevê destpêkir.

Li Şengalê êrişeke dijwar li dijî cih û warên Êzidiyan pêk hat.

Dagirkeriya dewleta Tirk dora Kampa Serdeştê û Kampa Şehîd Nazê ya bi hezaran Êzidî lê hene bombe kir.

Her wiha hat ragihandin, ku nêzî nexweşxaneya di navbera her du kampan de bûye hedefa êrişan.

Nûçegihanê me Îbrahîm Êzidî çû cihê êriş lê pêk hatî û ragihand, ku di encama êrişê de birîndar hene û ew rakirine nexweşxaneyên Şengal û navçeyên wê.

Têkildarî êrişan çav li rê ye Fermandariya Giştî ya YBŞ-YJŞê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyan di nava rojê de bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv