Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Êrîşên Faşizma AKP li dijî jinên Kurd

 

ÊRIŞÊN LI DIJÎ JINÊN KURD
WEKE BÊÇAREBÛNA RÊJÎMA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê XWE DIDIN DER

Jinên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi xeleka faşîzma AKP-MHPê ru bi rune.

Tevî kuştin, binçavkirin, girtin û êşkenceyê jî jinên Kurd li her qadê bersiv dan van êrişan.

Derbarê zextên li ser jinan dosyayek me heye em temaşe bikin pişt re jî emê meşa jina a HDP’ê ji wekîla Agiryê Dîlan Dîrayek Taşdemir bipirsin.

Li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd dewleta Tirk a dagirker û desthilatdariya wê ya faşîst AKP-MHPê êrişên xwe zêde kirine.

Êrişên herî dawî bi tevgera qirkirina siyasî ya li dijî Komeleya Rosa, Tevgera Jinên Azad û gundê Helincê yê Kobanê ketin rojevê.

Qetilkirina sê jinên şoreşger li Kobanê…

Binçavkirin û girtina bi dehan aktivîstên TJA, endam û rêveberên Komeleya Rosa,

Êşkencekirina Aktivîsta TJAyê Sevîl Rojbîn Çetîn,

Girtina Dayîka Aştiyê Maqbûle Ozbek çend mînakên dawî ji van êrişan e.

Lê li ku dibe bila bibe, hêzên serdest û desthilatdariyan çiqasî êrişî jina Kurd kirine, jina Kurd jî ewçendî bi hêz û xurt ji pişt van êrişan rabûne.

Dagirkeriya Tirk li Dersimê Zerîfeya serhildêr qetil kir û li pey wê bi deh hezaran Zerîfe rabûn.

Rêjîma Baasî ya Saddam Huseyîn Leyla Qasim a li çavê celladê xwe nerî û Ey Reqîb xwend darve kir û li pey wê jî bi hezaran Leyla rabûn.

Ji ber ku jina Kurd îro bûye xwedî îradeyek ji pola û her diçe rêxistinbûyîn, têkoşîna xwe mezin dike û bûye pêşenga têkoşîna azadiya jinê li Rojhilata Navîn, dagirkeriya Tirk dîn û har kiriye.

Di her firsendê de dagirkeriya dewleta Tirk bi taybetî rêjîma faşîst a AKP-MHPê jina Kurd weke gefekê dibîne û êriş dike.

Ev êrişên wê jî bêçarebûna wê ya li hemberî vê têkoşînê radixin ber çavan.

Jinên Kurd êdî li hemberî êrişa herî biçûk li çar aliyên Kurdistanê û derveyî wê, bi rêxistinbûyîna xwe bersiveke xurt didin êrişan.

Li çiyayan her roj bi pêşengiya xwe ya têkoşînê radibin, tolê dihilînin.

Li kolanên Bakurê Kurdistanê dibin pêşengên têkoşîna li dijî faşîzm û dagirkeriyê.

Li Başûrê Kurdistanê pêşengiya wê yekê dikin, ku dagirkeran ji xaka xwe biqewitînin.

Li Ewropayê bi çalakî û aktîvîteyên xwe dibin hêvî û çavkaniyeke nû ya têkoşîna azadiya jinê li tevahiya cîhanê.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv