ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ
CEZA LI SIYASETMEDARÊN KURD BIRÎN
Li gorî raporên saziyên mafên mirovan li zîndanên dewleta tirk nêzî 400 hezar girtî hene.
Ji sedî 90’ê girtiyan kurd in. Bi kêmanî 10 hezar siyasetmedarên kurd jî di zîndanan de ne.
Li gel vê tabloyê jî êrişên qirrkirina siyasî ya li dijî siyaseta kurdî bi destê rejîmê tê domandin.
Daraza tirk herî dawî li du siyasetmedarên jin ceza birî.
Dadgeha Cezayê Giran a 10’an a Amedê bi hinceta endama rêxistinê ye 6 sal û 3 meh ceza li Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş birî.
Dadgeha Cezayê Giran a 11’an a Amedê jî bi heman hincetê 7 sal û 6 meh ceza li hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn birî.
Parêzerên siyasetmedarn diyar kirin ku wê îtîraza biryarê bikin.