Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişên qirkirina siyasî: Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç û 3 kes hatin binçavkirin 28.02.2021

 

ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ
HEVSEROKA HDP’A NISÊBÎNÊ HÊVÎDAR DÎNÇ Û 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Polîsên rêjîma faşîst serê sibê li Nisêbînê û Qoserê avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinan de Hevseroka HDP’a Nisêbînê Hêvîdar Dînç, Endamê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav û Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Mehmet Saît Sirdaş hatin binçavkirin.

Her wiha hat ragihandin, ku biryara binçavkirina hin kesên din jî heye.

Polîsên rêjîma faşîst di serdegirtinan de deriyên gelek malan jî şikandin.

Li Qoserê her wiha eskerên rêjîma faşîst avêtin ser gundê Hêlfê.

Li vî gundî jina bi navê Bêrîvan Ado hat binçavkirin.

Bêrîvan Ado beriya niha di sala 2019’an jî hatibû binçavkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv