Li dijî êrişên qirkirina siyasî çalakî hatin li darxistin.
Batmanî tevî Parlementerên xwe li ber avahiya partiya HDP’ê kom bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku vî gelê tucarî li dijî zilmê çok nedanî û ji îro û şûn de jî nadeynê.
Li îzmîrê jî endamên TJA û dayîkên aşitiyê daxuyaniyek dan.
HDP’YÊN LI BATMANÊ: “GELÊ KURD LI HEMBER ZILMA WE SERÎ NATEWÎNE”
Li Batmanê tevî HDPyîyan gel li dijî êrişên qirkirina siyasî li qadan bûn.
Parlementerê HDPê ê Batmanê Mehmet Ruştu Tiryakî di daxuyaniya li ber avahiya partiya xwe de axivî.
Ruştu Tiryakî diyar kir, ku partiya wan gelek caran ji bo bûyerên 6-8ê bên eşkerekirin gelek pêşniyar pirs dane meclîsê û got:
“lê Îqtîdar naxwazê ev bûyer bên eşkerekirin. HDPê li hember zextan ti carî çok danenî û wê dîsa jî nedeyne. Ewê hesab bidin.”
Li Îzmîrê jî aktivîstên TJA û înîsiyatîfa dayîkên Aşitiyê bi daxuyaniyekê êrişên qirkirina siyasî şermezar kirin
Hevseroka bajarê Konakê û aktivîsta TJAyê Heyat Îzgî di daxuyaniyê de axivî.
SAET 18:00’AN LI KADIKOYÊ ÇALAKÎ PÊK TÊ
Rêxistina HDPê ya Stenbolê dan xuyakirin ku îro êvarî saet 18:30an ji bo şermezarkirina êrişên qirkirina siyasî li ber avahiya xwe ya Kadikoyê kom bibin.
Di daxuyaniyê de banga beşdarbûna çalakiyê li herkesî hat kirin.