Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrîşên Tirkiyê li dijî nirxên gelê Kurd

 

LI GORISTANA ERDÎŞÊ ESKERAN KÊLÊN GORÊN ŞEHÎDAN ŞIKANDIN

Dewleta Tirk li Kurdistanê dawî li hovîtî û bêehlaqiya xwe nayîne.

Her cara dikeve tengasiyê û bêçare dimîne, êrişî her pîrozî û muqedesatên gelê Kurd dike.

Ev du roj in ku eskerên dewleta Tirk li goristanên li Wan û navçeyên wê digerin û gorên şehîdan xera dikin.

Ev hovîtî ne bese her wiha diçin malên malbatên şehîdan û derbarê zarokên wan de ahagiyan dixwazin.

Dewleta Tirk a dagirker di salên dawî de şehîdgehên li Bakurê Kurdistanê hemû xirakirin û dest dirêjî gorên şehîdan kirin.

Êrişa herî dawî jî li dijî goristanên Wan û navçeyên wê pêk hatin..

Esker û polîsên dewleta Tirk ev du roj in li goristanan yek bi yek digerin û kêlên gorên şehîdan xeradikin.

Ev hovîtî ne bese, her wiha diçin malên malbatên şehîdan û derbarê zarokên wan de agahiyan dixwazin.

Li gundekê navçeya Wanê Erdişê jî eskeran bang li du malbatên şehîdan kirin û bi hinceta ‘Navê Kod’ hatiye nivîsîn li pêş çavê wan gorên şehîdan şikandin û heqaret li wan kirin.

Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide li ser vê hovîtiya dewleta Tirk ev agahî dan.

Doh saetên nîvro de eskeran Keyayê gund bi xwe re birin goristanê. Piştî dîmen û wêne kişandin bang li malbatên ku zarokên wan di şer de şehîd bûne kirin û gorên wan xerakirin. Dema esker çûn gef li malbatan xwarin, ji bo dîsa nivîsê nenivîsin.

Malbatan şehîdan nerazibûn nîşanî vê hovîtiyê dan û gortin, ev yek nîşan dide ku ji miriyên me jî ditirsin.
Dewleta Tirk berî bi çend rojan jî cenazeyê gerîla Egîd Îpek bi nasnav Kemal Berxwedan ku 23’ê Gulana 2017’an şehîd bûbû, bi rê û rêbazeke bêexlaq, bêrûmet û dijmirovî ji malbata wî re şandibû.

Şandina cenazeyê şehîd Kemal, bi rêya postê, di nava Kurdistaniyan de bû cihê hêrseke mezin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv