ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK
LI HERÊMA EYN ÎSAYÊ RADAR TÊN BICÎH KIRIN
Artêşa Tirk a dagirker bi êrişên li ser herêma Eyn Îsayê ve, her ku diçe xwe li herêmê bi cîh dike.
Li gor agahiyên ji herêmê hatine bi dest xistin artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê li herêma gundê Seyda yê li bakurê Eyn Îsayê pergala radarê ava dikin.
Bi cîhkirina van radaran dagirker hewil didin xwe ji êrişên hewayî biparêzin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha artêşa Tirk dagirker heman pergal li eniya herêma Cizîr û Firatê dabû avakirin.